Hevpeyvîn

Altan Tan: Kurd kilîta Tirkiyê ne! Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Hevpeyvîn

Siyasetmedar û nivîskar Altan Tan destnîşan kir ku, di referandûma guhertina Destûra Bingehîn a 12ê îlonê de Kurd rola kilîlê dilîzin û domand...  "Li gorî anketan dengên ‘erê' û ‘na' pir nêzî hev in. Ger Serokwezîr sibê di mitînga Diyarbekirê de gotinên dagirtî bike, dê sindoq dagirtî biçin. Lê ger gotinên vala bêje, sindoq wê vala biçin."

Çareserî bi mûxatab re dibe Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Hevpeyvîn

Gençê ji EDP'ê: Divê bi Kurdan re hevdîtinê bikin
Enqere, 28 Tebax (AKnews) - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP) ku adara hin borî derdorên çepgir û elewî bûye yek û saz kirin, Prz. Kazim Genç, got ku pirsgriêka Kurd tenê bi hevdîtinên bi muxatabên wê re çareser dibe.

Hevpeyvînek di gel Demîrbaş... Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Hevüeyvîn

Hevpeyvînek di gel siyasetvanê Kurd Ebdullah Demîrbaş

PPK encam e ne sedem e. Di serdana Barzanî de tiştê  herî kêmanî em dibînin, ku ala Kurdistanê nehat danîn, û weke aleke Herêma Kurdistanê sucedar e. Bangewaziyê li Serok Barzanî dikim, ku di vê pirsgirêka çaresekirêda rola xwe gelek girîng heye, û gerek rola xwe ya mezin û giring bilîze.

Sêlikên min ji pêşmergeyan re diçûn Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Amed

Mehmûd Qizil: Sêlikên min bi kamyonan ji pêşmergeyan re diçûn

Dengbêjê navdar Mehmûd Qizil, diyar kir ku di 1960'î de bi kamyonan sêlikên (pîlaq) wî yên bi Kurdî ji artêşa pêşmergeyên Mela Mustafa Barzanî re diçû û ew çax sêlikên wî ji hunermenda navdar a tirk Zeki Müren zêdetir dihate firotin.

Xala 140ê nahê rawestandin Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Kurdistan

Malikî: Kes nikare xala 140ê rawestîne

Piştî civîna di gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî diyar kir ku xala 140'ê xaleke destûrî ye û divê bê cîbicî kirin.Îro Nûrî el-Malikî bo serdanekê hate Hewlêrê û di civînekê de di gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend pirsên taybet bi Iraqê şirove kir.

Piştî civînê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ku peyamnêrê AKnewsê jî amade bû Serokê Herêmê wiha got, "Gotûbêjên me dostane bûn û di berjewendiya gelên Iraqê de bû, me nexşeyeke rê da bo destpêkirina gotûbêjan di gel tev aliyên siyasî da ku di demek kin de ji tengaviya pêkanîna hikûmetê rizgar bin".

Barzanî wiha pê de çû, "Serdana Malikî destpêkeke bo çareser kirina wan pirsgirêkan ku niha rastî Iraqê bûne" û wiha daxuyand, "Me tu hêlek sor ser Malikî nîne û ew dostê kevnar yê gelê Kurd e".

Barzanî wiha destnîşan kir, "Bi tu awayekê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxwaz ji me nekiriye ku sazişê bikin û dev ji postê serokomariyê berdin".

Ji bal xwe ve Malikî wiha diyar kir, "Serdana han bersivek bû bo pêwîstiya vê dewreyê, ji ber ku em di dewrek tirsnak de derbas dibin".

Malikî axaftina xwe wiha domand, "Serdana han dîrokî û giring e û gotûbêj jî pozetîv bûn, ez dikarin bêjin steratejîk bûn".

Derbarê rewşa ewlehiya Iraqê Malikî wiha destnîşan kir, "Ez nikarin bêjim rewşa ewlehiyê gelek xirab e, hinek astengî hene, lê ew nikarin cardin Iraqê bînin ser xala sifrê".

Derbarê vekêşana hêzên DYA'ê Serokwezîrê Iraqê wiha got, "Hêzên Amerîka dê di dema xwe de vekêşin û paşketina pêkanîna hikûmetê tu bandorê li ser vekêşana wan hêzan nake".

Derbarê xala 140'ê Malikî wiha daxuyand, "Xala 140'ê ranewestaye û kes jî nikare rawestîne û pêwîste bê cîbicî kirin".

Şçanda Herêma Kurdistanê ji Serokê Berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serowezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys pêkhatiye û şansa Lîsteya Dewleta Yasayê ji Tarîq Necim û Hesen Sinêd pêkhatiye.

Ji niha ve nêzîkî 5 meh bi ser hilbijartina Parlamentoya Iraqê derbas bûye, lê Iraqiyan nekarîne hikûmetê pêk bînin û çavdêr di vê baweriyê de ne ku dema duristbûna hikûmeta dahatî nediyar e.

Hêjayî gotinê ye ku êvareya roja 26'ê Adarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, encama dawiyê ya hilbijartina Parlamentoya Iraqê ragihand ku tê de Lîsteya Iraqiye 91 kursî, Dewleta Yasa 89 kursî, Tebayiya Niştimanî 70 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanê 43 kursî, Goran 8 kursî, Bereya Tewafoq 6 kursî, her yek ji Yeketiya Iraqê û Yekgirtiya Îslamî wan 4 kursî û Komeleya Îslamî 2 kursî bi dest anîn.

 AKNews