Zanistî

Serhildana Şêx Ubeydullah Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Zanist

Serhildana Şêx Ubeydullah: aspêkta jêopolîtîkî

Ji dawiya sedsala XIX, kengî Kurdan aliyê sîyasî da nişanê xwe yê xweîdare winda kir tevgera netewî-rizgarîxwaz ya Kurdî çêdibe. Êtapa ewil ya vê tevgerê serhildana Şêx Ubeydullah bû.

ŞEMAYA PÊŞVEÇÛNA DANÛSTANDINÊ Ji bo çapkirinê PDF

Nivîsandin: Allard, Askeljeng, Rudqvist, Sundblad û I.Demetriades

Werger û amadekar: Maruf YILMAZ

Pêşveçûna zimanê zarokê/î bi10ê pêngavan tê şirovekirin. Yeka nizm, elementera dereceya destpêkê ye, ew ta  dereceyeka bilind, dê bibe zimanê şagirdê/î, zimanê wî/wê, zimanekî tam, têr û tijî, zimanekî serdest yê danûstandinê.

Konferanseka zanistî... Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Zanistî

Konferanseka zanistî li ser edebiyata Kurdî li rojhilata Kurdistanê

Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sine li rojhilata Kurdistanê di 5 û 6/5 2010ê de konferanseka zanistî li ser edebiyata Kurdî pêk anî. Hemî ew zanîngehên ku beşên edebiyata Kurdî tê de hene hatibûn bang kirin bo vê konferansê. Nêzîkî 242 nivîsar gehiştin komîteya amadekar ya konferansê. Komîteyeka taybet ya pêkhatî ji 16 kesên bispor 83 nivîsar ji wan hemiyan bo beşdarbûnê di konferansê de hilbijartin.

Pedagojî û stîlên wê Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Zanistî

Maruf YILMAZ

Şagirdên zimanê zikmakî yên global, çînestetîk û taktîl, xwedîyê kultureka berfireh in, zêdetir ji dersa zimanê Kurdî hes dikin û ji ber vê yekê jî, dersên xwe yên cuda çêdikin.  Dunn (2000, 2001) dinivîsî, dibêje: "Şagirdên ku sewîya stîlên  wan yên  taktîl û kinestetîkê nizm bin, ew şagird tenê di bin  hîndekarîya vîsuellê de hîn dibin û ji ber vê yekê jî, paşê problemên wan dest pê dike." Lêkolînên heyî, nîşanî me didin ku piranîya mamosteyan, xwedîyên metodên  audîtîv û vîsulletîv in.

Pedagojî û Teorî Ji bo çapkirinê PDF

Maruf YILMAZ

Di destpêka vê nivîsê de, divê ez eşkere bikim ku xesletên zarokan ji hawîrdorê dihên û ew dikevin nav xwîn û hestiyên wan û tê de dimînin. Ev mayîn di avakirina kesitiya wan de dibe hîm û rêgeh. Zarok kopiya hawîrdorê ne. Dîsan, divê ez diyar bikim ku ez li ser bikarhanîna zimanê Kurdî di pirtûkên dersan de ranawestim. Ev jî, ji ber çend sedemên girîng in, yek ji wan sedeman ev e: Zimanê me yê standart tune ye. Ji aliyê din ve jî, ez wekî mamosteyekî Kurdî-swêdî, vî mafî di xwe de nabînim, ji ber ku ez naxwazim rexneyan li ser pirtûkên nivîskarî/ê bigirim.