| 29 JULY 2010
KNN/Tirkiye-Kurdistan
Li Mêrsînê di navbera girse û polîsan de pevçûn û li bajarên Kurdistanê jî protestoyên berfireh dest pêkirin!
Li ser hêrişên nijatperest ya li ser gelê Kurd yên li Înegol û Dortyolê, nerazîbûnên mezin ya Kurdan li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê berdewam in. Li Hekarî, Amed, Shirnexê û li Tirkiyê jî li Mêrsinê bi hezaran Kurd van bûyerên bi xeter yên nijatperestên Tirk protesto dikin.
Hewldanên lînckirinê yên li Dortyola Hatay û Înegola Bursayê li Mêrsîne hat protestokirin.
Li Mêrsînê bi sedan kes jibo êrişê lînçkirinê yên li ser Kurdan protesto bikin, li Taxa Guneşê civiyan. Girsey bi diruşmeyên
"Wê hesabê Dortyolê bê pirsîn",
ber bi Navenda Polîsan ve meşiyan. Polîsan li ber qereqolê mudaxeleyê girseyê kir. Çalakgeran jî bi molotof û fîşengên hewayî êrişê polîsan kir. Jimarek zêde ya polîsan hat cihê bûyerê. Polîsan bi gaz û avê êrişê girseyê kir. çalakgeran jî dawî li çalakiya xwe anîn û belav bûn.
ANF



Dewrêşê Evdî...


