Walî destûrê nade û BDP: Emê bikevinê!

Ji bo çapkirinê PDF

KNN/KUrdistan-Tirkiye

Walî: Destûr tune! - BDP: Em ê bikevinê!

 Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ku bi konvoyeke nêzî 80 siyareyan ji bo herin navêeya Dortyol a Antaqyayê ketin ser rê, li ser gotinên Waliyê Antaqyayê Celalettin Lekesiz ên wekî "Emê destûrê nedin BDP'iyan ku bikevin navçeyê", got, "Nexwe êrîşa li mulkê mirovan serbest e, xwestina derbasiyê qedexe ye".

Waliyê Antaqyayê Celalettin Lekesiz, daxuyand ku ew ê "ji ber ku divê tiştên li navçeyê bibin sedema tengezariyê neyên kirin" destûrê nedin konvoya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya li dû êrîşên li mal û kargehên Kurdan ên li Dortyolê ji Dıyarbekirê derkete ser rê.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ku ji AKnewsê re axivî, got ku ew ê ji bo derbasbûna nava navçeyê israrê bikin. Kişanak got, "Nexwe li vî welatî serbest e ku êrîşî mal û mulkên mirovan bikin lê xwestina derbasiyê qedexe ye. Eger destûrê nedin ku em herin Dortyolê, em ê israrê bikin. Çûna me ya Dortyolê ji bo aştî û biratiyê gelekî girîng û watedar e. Emê hewl bidin ku vê ji hikûmet û îdarekaran re bêjin."

Kişanak ku diyar kir hejmara siyareyên di konvoyê de gihîştiye 80'yî û dixwazin ku peyama aştî û biratiyê bidin gelê Dortyolê, wiha dewam kir:

"Em ê bêjin ku tu kes neyê provokasyonan û zirarê nede cîranên xwe. Em wisa difikirin ku pêdiviya Tirkiye û Dortyolê bi peyamên wisa heye. Hêvî dikim ku hikûmet û îdarekar girîngiya vê peyamê fêm bikin û zehmetiyan dernexin pêşiya me."

Hevserokên BDP'ê Selahttin Demirtaş û Gultan Kişanak, ji bo ku bûyerên li Dortyolê li hemberî Kurdan pêk hatine û zirarên encamê di cî de bibînin, bi konvoyekê ji Dıyarbekirê derketin. Têpayîn ku konvoy berêvariyê bigihîje Dortyolê. Li hêla din, ji navçe û bajarên derdorê gelek panzer û hêzên leşkerî sewqî Dortyolê kirin. Li ser riya konvoyê gelek leşker û polîs hene.

Aknews

 

 

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy