Stratejiya dijmintiyê bi kar dihînin!

Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Analîz

Civaknas Kadîr Cengîzbay: "Dijminatiya Kurdan wekî stratejî bi kar dihînin!"

AKP, artêş û hêzên din ên Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd wekî stratejiyê bi  kar tînin. Cangîzbay, anî ziman ku hêzên desthiladar dijminatiyê  wekî stratejiyekê bi kar tînin û AKP wekî berpirsyarê lîncan nîşan da

Civaknas Kadîr Cangîzbay, hewldanên lîncê yên di demên dawî de li dijî Kurdan pêk tên nirxand û diyar kir ku AKP ji bo ku nakokiya di navbera ked û sermayeyê de bincil bike pirsgirêka Kurd bi kar tîne. Cangîzbay, anî ziman ku hêzên desthiladar dijminatiyê wekî stratejiyekê bi kar tînin. Cangîzbay, xwest mirovên li rojavayê dijîn li şûna şîdeta li dijî Kurdan pêktinîn, li dijî patron û AKP'ê pêk bînin.
Hindekarê Zanîngeha Gaziyê Civaknas Kadîr Cangîzbay, hewldanên lîncê yên di demên dawî li dijî Kurdan pêk tên ji ajansa nûçeyan a DÎHA'yê re nirxand. Cangîzbay, bi lêv kir ku mirovên li rojavayê di bin şert û mercên giran de dijîn, li cihê ku bertekên xwe nîşanî patron û sermayeyê bidin nişanî Kurdan didin. Cangîzbay, da zanîn ku kapitalîzma bi darbeya 12'ê Îlonê 'werîsê xwe qetandin' di dema AKP'ê de gihîşte asta herî bilind. Cangîzbay, destnîşan kir ku hêzên desthildadar hewcedariyê bi dijminatiya Kurdan dikin û vê yekê wekî stratejiyekê bi kar tînin.

LI HER DERÊ ŞÎDET
Cangîzbay, bal kişand ser nakokiya kapîtalîzmê ya di navbera ked-sermayeyê û bêtaliya kedkar, karmend û Kurdan. Cangîzbay, da zanîn ku bi vê yekê dixwazin nakokiya di navbera ked û sermayayê de veşartin û wiha got: "Gotina 'Kurd tên vir û dê karên me ji dest me bigirin' li rojavayê li dijî Kurdan hêrsekê pêktîne. Mirov betal in li hemberî patronan wekî koleyan in. Cînayetên tersane û madenan gelek in. Divê hêrsa kom bûyî bê derxistin û hedefa herî hêsan jî Kurdên koçber bûn e." Cangîzbay, da zanîn ku berpirsiyarê bûyerên lîncê ên ev çend roj in pêk tê AKP ye û wiha pê de çû: "Gunehê Serokwezîr Erdogan, ji ber ku bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 ranake, hatina Kurdan a TBMM'ê asteng dike, siyasetmedarên Kurdan ên hatine hilbijartin diavêje girtîgehan, zarokên Kurda wekî 'terorîst' dibîne diavêje girtîgehan gelekî giran e." Li derdorên wî Kurdên xayîn hene. Dibêjin, 'Şîdetê li siyasetmedarên sivîl ên nêzî PKK'ê bike da ku yên dimînin bên cem me." Cangîzbay, anî ziman ku cihê ku AKP mafê welatiyan ên demokratîk bidê bi hewldanên qaşo mirovan bi etnîsîteyên wan de vedişêre.
Cangîzbay, pozîsyona partiyên siyasî jî nirxand û da zanîn ku AKP û CHP bi awayekî rast nêzî pirsgirka Kurd nabe. Cangîzbay, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze Kurdan bi 2 şêrîniyên sêvê bixapîne û di pirsgirêka Kurd de MHP ji her du partiyên din heta niha hêj rast nêzîkî pirsgirêka Kurd bûye. Cangîzbay, MHP û CHP rexne kir û wiha dom kir: "MHP'ê di mijara pirsgirêka Kurd de xwe neguhert. AKP jî Kurdan bi 2 şêrînahiya sêvê bi xapîne." ENQERE

Azadiya Welat

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy