| 29 JULY 2010
KNN/Kurdistan-Tirkiye
Êrîşên dij Kurdan berdewam e û ji aliyê din ve jî, protestoyên bajarên Kurd dest pê dike...
Li Dortyolê avahiya BDP'ê, 50 kargeh û malên Kurdan hatin şewitandin. Kurd li hemberî vê yekê bi şev li taxan nobedê digirin û li dijî êrîşan meşiyan
Navçeya Dortyola Hatayê piştî bûyera şewitandina avahiya BDP'a Dortyolê, kargeh û malên Kurdan dest pê kir, navçe ji aliyê tîmên taybet û cendirmeyan ve hate dorpêçkirin.
Piştî bûyerên li navçeya Dortyolê, hemû kolan û kuçeyên navçeyê ji aliyê ekîbên tîmên taybet û cendirmeyan ve hate dorpêçkirin. Li navçeyê tedbîrên ewlehî yên berfireh hatin girtin û tîmên taybet û cendirme wekî dê biçin şer li nav kolan û kuçeyan bi çekan digerin. Bi taybet li Taxa Mezbahaneyê ya herî zêde Kurd lê dijîn ekîbên timên taybet û cendirmeyan her du aliyên rê girtine û kontrol dikin.
KARGEHAN ŞEWITANDIN
Li navçeyê bîlançoya bi şewitandina avahiya BDP'a navçeyê û kargeh û malên aydî Kurdan jî derket holê. Li gorî agahiyan li navçeyê nêzî 50 kargeh û malên Kurdan bi molotofkokteyan hatine şewitandin. Hate zanîn ku mal nayên bikar anîn û xwediyên malan wesayîtên xwe li malan veşartin. Hate zanîn ku kesên duh bi guleyên çekên ulkugeran birîndar bûyîn Yunus Hanas ê 20 salî û kesekî nasnameya wî nehate zanîn piştî dermankirin ji nexweşxaneyê taburcu bûn û rewşa wan baş e.
ALOZÎ HÊJ DIDOME
Aloziyên 2 roj berê dest pê kirin hêj didome. Esnafê navçeyê gotin ku tedbîrên divên bên girtin nehatin girtin û xwestin bûyer bi dawî bibin. Welatiyê bi navê Cahît Guney ê 70'ê salî ku ev 35 sal in li Dortyolê dijî, diyar kir ku yên bûyer derdixin çend kes in û gelê navçeya Dortyolê tevli bûyeran nebûne û wiha got: "Ev 35 sal in ez li vir im. Heta îro bi Kurdan re tu pirsgirêkên me derneketiye. Ev bûyer ji aliyê çend kesan ve hatin derxistin. Ji rûye çend kesên xwe nizanin, hemû navçe di bin gumanan de ma. Piştî nîqaşên destpêkê yên Kurd alan bi dikanên we venakin, kevir li dikanan hatin barandin. Ez di wê baweriyê demê ku dê biratî qezenç bike."
‘TEDBÎR NEHATIN GIRTIN'
Ji esnafên navçeyê Hamza Surel jî, destnîşan kir ku tiştên diqewimin dema 12'ê Îlonê tîne hişê mirovan û rayedaran jî li hemberî bûyeran tedbîrên pêwîst di dema xwe de negirtine. Surel wiha got: "Rayedarên vî bajarî, şaredarî û midûriyetê ger tedbîrên cidî bigirtana, dê wiha nebûna. Wekî gelê Dortyolê em dixwazin bûyerên tên jiyîn di zûtirîn demê de bi dawî bibin."
Karkerê bi navê D.A., diyar kir ku duh kargeha lê dixebitî camê wê hatine şikandin û zirarek mezin dane dikanê.
D.A. anî ziman ku dikan ne ya wî ye û ji ber ew li wir dixebite êrîşî dikanê kirine. D.A. wiha got: "Li vir ewlehiya kesî nîn e, niha jî dixwazin em bi zorê alan vekin, dema neyên daliqandin jî li mirovan didin. Her wiha ji bo patronê min min ji kar bavêje di nava hewldanan dane."
Kurdên Dortyolê serî hildan
Ji bo protestokirina êrîşên nijadperest yên li Dortyola Hatayê Kurdan dest bi meşê kirin.
Bi sedan Kurd li taxa Mezbehaneyê kombûn û dest bi meşê kirin. Girseya ku êrîşên faşîzane yên di 26'ê tîrmehê de li ser Kurdan hatîn meşandin protesto kir û dirûşmên wekî, ‘Bijî Serok Apo', ‘Deşta Mezbehaneyê hêlîna Apociyan e', ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan' û ‘PKK gel e gel li vire' avêtin. Li aliyê din piştî bûyerên ku bi şewitandina avahiya BDP`a navçeyê û mal û dikanên Kurdan re destpêkirî, navçeya Dortyolê ji aliyê tîmên taybet û cendirmeyan ve hatiye dorpêçkirin.
200 kes nobet girt
Di encama bûyerên lîncê de Kurdên ku li taxa Mezbahaneyê hatin cem hev heta serê sibê li tax û malên xwe nobet girtin û li hemberî êrîşan xwe amadekirin. Kurdê bi navê Mehmet Yavuz got ku Kurd êdî ne wekî berê ne û xwe li hemberî hemû êrîşan dê biparêzin.
Yavuz wiha pê de çû: "Bûyerên ku ev du roj in didomin polîtîkaya dewletê ye. Teqez ev ne bûyereke ji rêze ye. Lîstikên mezin tên lîstin. Ligel ku bi hezaran polîs, leşker hene, êrîş li ser me pêk anîn û ev bûyer di bin kontrola wan de pêk hat. Kurd êdî ne wekî berê ne. Em hemû bi şev ranakevin û li dijî êrîşên ku pêk bên nobedar in. 200 kesî nobet girt. Em çûn sûkê, me xwest em dikanên xwe vekin. Lê dîsa êrîşê me kirin. Heta ku bûyer bi dawî nebin em dê nobetê bigirin. Di êrîşan de xesarên mezin derketin holê. Ji bo vê jî em dê pêvajoya zagonî bidin dest pê kirin."
Li Geverê hate protestokirin
Gevera Colemêrgê ji ber lîncên Înegola Bursayê û Dortyola Hatayê rakêşayîbû. Piştî saetên êvarê dema ku polîsan dixwest ciwanekî li navenda navçeyê bi zorê binçavbike gel bertek nîşanî polîsan da. Li ser vê yekê hêzên çevîk û polîsên sivîl bi çekên xwe rasterast gule berdan hewayî. Piştî polîsan mudaxeleyî li gel kir çalakiyan dest pêkir. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li gel kir û gel jî bi keviran bersiv da polîsan. Di encama mudaxeleyê de 2 polîs bi keviran birîndar bûn û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Piştî girseyî qelebalik li navenda navçeyê kom bû polîs jî navenda naçveyê paşve hate kişandin. Gel li nava sûkê û Taxa Esentepeyê barîkat danîn û agir hilkirin. Riya Wan-Gever û Colemêrgê ji trafîkê re hate girtin.
ÊRÎŞ HATIN PROTESTOKIRIN
Ji bo protestokirina êrîşên li ser Kurdan yên li Dortyol û Înegolê şevêdin derengiya şevê li Taxa Demîrtaş nêzîk 70 kes hatin cem hev û heya Kolana Bazarê meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên weke, `dê hesabê Dortyol û Înegolê bê pirsin`, `Bijî Serok Apo`, `Bimre faşîzm` û `PKK gel e gel li vir e` hatin avêtin û qemyoneke park kirî û qehwexaneyek dan ber molotofan. Wesayîta agirkuj ya ku ji bo vemirandina agir hatî jî ji aliyê ciwanan ve hat astengkirin. COLEMÊRG-HATAY - DÎHA -Azadiya Welat



Dewrêşê Evdî...


