Li Amedê nerazîbûna Dortyol û Înegolê

Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Kurdistan

Diyarbekir, 28 Tîrmeh (AKnews) -  Li Tirkiyeyê, bi armanca protestokirina êrişên ku li Înegola Bursayê û Dortyola Hatayê hemberî Kurdan hatine kirin, diyarbekirî daketin kolanan û bi polîsan re pevçûn. Di bûyeran de polîsan bombeyên gazê û panzer, xwepêşandêran jî fîşekên hewayî û molotofkokteyli bi kar anîn.

Li Amedê îro, di pêşengiya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê de girseyeke mezin, bo şermezarkirina êrişên ku li Înegol û Dortyolê hemberî mal û kargehên Kurdan hatine kirin xwestin ji ber Mêvanxaneya Şaredariya Mezin heta ber Parêzgeriya Amedê bimeşin. Hê bazariya meşê di navbera Parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ayla Akat û polîsan de didomiya, ciwanan êrişî polîsên ku xwestin dîmenan bigrin kirin. Ciwanan bi fîşekên hewayî û molotofkokteyliyan êriş kirin û ber bi Parka Koşuyoliyê ve ketin rê.

Hevserokên BDPê Selahattin Demirtaş û Gültan Kışanak û şaredar jî beşdarî meşê bûn. Dayikên Aştiyê xwestin li Parka Koşuyoliyê li ber Batıkentê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Lê pevçûna navbera ciwanan û polîsan tesîr li ser meydanê kir û daxuyanî di nîvî de ma. Girse ber bi avahiya AK Partî ya Baxlerê ve meşiya û di xaçerêyan de lastîk şewitandin. Bi molotofkokteylan êriş li ser avahiya AK Partiyê hate kirin û avahiyê û wesayîtên ku li ber avahiyê de parkkirîbûn zirarên madî dîtin.

Polîsan bi bombeyên gazê, ava tazyîkê û panzeran mudaxeleyê girseyê kirin. Girseyê li ser vê berê xwe da Baxlerê. Li Taxa Kaynartepeyê, nêzî saetekî di navbera polîs û ciwanan de pevçûn domkir. Helîkopterê polîsan di ser ê cihên bûyaran re gerî. Hate temaşekirin ku, komîserên polîsan, ji polîsên ku gaza îsotê bikartînin re ser hev dibêjin, "mezin nekin, êdî bes e."

Rojnamegerên ku ji gaza îsotê ya hatiye avêtin tesîr bûbûn, lîmonên ku ji malan bo wan hatine avêtin li rûyê xwe dan û bi vê xwestin ji tesîra gazê bifelitin.

ym AKnews 

 

 

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy