| 28 JULY 2010
KNN/Kurdistan
91 hezar agahiyên veşartî yên DYAyê hate aşkerekirin!
Malpereke Amerîkî ya bi navê Wikileaks raportek bi 91 hezar raport weşand, li gor vê weşanê gelek agahiyên sirrî yên Amerîkayê hatine aşkerekirin. Bi hezaran îdîayên di derbarê Amerîkayê de hene û di nav wan de li Efxanistanê kuştin bi hezaran siwîlan, înfazên bê dadgeh jî tê de gelek cîh digrin.
„Wikileaks" kesek hizir-anarşîst e û bi aveyekî ketiye nav „odeya kozmîk" ya Amerîkayê û bi hezaran deng, qeyd, nivîs û belgeyên di derbarê şerê Amerîka ya li dij Efxanîstanê û bi raporteke hevbeş amade kiriye û navê raportê jî wisa danaye: Afghan War Diary
Di raportê de gelek agahiyên balkêş hene, jin, zarok û siwîl çawa hatine kuştin, bi navê şer çi nirxên şer û mirovayetiyê hatine binpêkirin, Amerîka siyaseteke çawa li wê herêmê meşandiye, hemî yek bi yek hatine tanzîmkirin. Paşê xwediyê wê malperê ev raport şandine sê ajansên girîng yên cîhanê:
New York Times, The Guardian û Der Spiegel. Ev hersê ajans jî bi xwediyê malperê re bi hev kirine, ku ew dê berê vê raportê lêkolîn bikin û paşê ew dê pêkve biryarê bidin û eger biweşînin jî ew dê pêkve biweşînin.
Piştî demekê ev hersê ajansên mezin jî biryar dane ku ev raport rast in û weşandin. Niha di cîhanê de ev raport bi balkêşiyeke mezin dihête gengeşîkirin.
Li gor vê weşanê, di şerê Efxanîstanê de Amerîkayê gelek siwîl kuştine û hemiyan jî ji raya giştî ya Amerîka û cîhanê veşartiye.
Bo nimûne, Amerîka bi carekê ve 200 silwîlên Efxan kuştin û ev yek bi demeke dirêj hate veşartin.
Dihête ragîhandin ku ev malper ji layê yekî anarşist dihête îdarekirin û hemî parastin û tedbîrên teknîkî yên Amerîkayê di veşartina agahiyên sirrî de eciz mane.
Gelo rojekê "odeya kozmîk" ya Tirkiyê jî bihête aşkerekirin (eger anarşîstekî Tirk hebe) di derbarê komkûjiya dewleta Tirk ya li hember Ermen û Kurdan wê bi kîj aweyî bihête pêşwazîkirin?
KNN/Zagros Baran
Çavkanî: http://wikileaks.org



Dewrêşê Evdî...


