„Bira, li gelê Kurd xwedî derkeve!"

Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Nûçe-Analîz

Li Stenbolê meşeke li dij nijatperestiya Tirk pêkhat.

Jiber ku li navçêyên Înegol û Dortyolê nijatperestên Tirk hêrsihê ser gelê Kurd kirin û mal û dikanên wan şewitandin, li Stenbolê îro meşeke li hember vê hovîtiyê pêkhat û bi sedan qes bi qêrîneke hevbeş wisa gotin: „Bijî birayetiya gelan!" „Bira, li gelê Kurd xwedî derkeve" „Roj roja birayetiyê ye û roj roja hesabxwestina ji faşîzmê ye."

Wekî dihête ev du roj in ku li hin navçêyên Tirkiyê xelkê Tirk bi provakasyoneke nmijatperestî hêrsih dibin ser avahî û dikanên Kurdan û her wiha hêrsihê mal û canên wan dikin. Gelek Kurd birîndar bûn û gelek jî li mala xwe wek girtî hatien sekinandin. Hovîtî û nijatperestiya paşverû ya îro li Tirkiyê li hember Kurdan dihête meşandin, ji layê partî û saziyên çep yên Tirk hate protestokirin. Partiya Ked û Sosyalîzmê- ESP, Partiya Sosyalîst, SODAP, Partiya Azadî ya Tirkiyê, Partiya Sosyalîst û Demokrat-SDP, Dahatuya Sosyalîst îro bi girseyeke mezin li meydana Galatasaryê ya li Stenbolê civiyan û bûyer û nijatperestiyên li Înegol û Dortyolê hate şermezar kirin. Di civînê de birayetiya gelan û parastina mafê gelê Kurd hat îfadekirin.

Di çalakiya vê meydanê de bi dirûşmeyên wisa berdewam kir: "Hiş nebe, biqêre gel biar ne!" „Bijî Birayetiya Gelan!" „Bila hêrişên faşîst yên li hember gelê Kurd bihetin sekinandin."

Yek ji serkirdeyên vê platforma şreşger ya Tirkiyê yê bi navê Ersîn Sedefoglu di meşê de wisa aixfî: „Serokwezîr dibêje em dê li hember faşîzma 12 îlonê dest bi tekoşî^ne bidin, lê a niha hêriş û tedayoyeke mezin ya faşîzmê ya li dij gelê Kurd dihête pêşxistin, serokwezîr çi dengekî ande gelo çima? Eger tedbîr nehêtin standin û gelê Kurd ji hêrişên faşîst nehêtin parastin, ji vê şûnde çi biqewime, divê hemî rayedarên vê dewletê bizanibin ku berpirsyiarê esil ew bi xwe dibin..."

Gelek balkêş e, kur kêm û zêde ji çepê Tirk ya rasteqîn dengekî jibo parastina gelê Kurd derket pêş, lê rêxistinên Kurd hîna jî bêdeng in û xelkê xwe naparêzin. Heta hin malperên Kurd yên qaşo Kurd û çep in, di manşêtên malperên xwe de ev provakasyon û lînckirina li dij Kurdan wisa sûrmanşêt dikin : „Li Tirkiyê Kurd û Tirk bihev ketin!"

El însaf, îro çapameniya herî nijatperest ya Tirk jî vê peyvê nabêje: Xwedê aqil û hîzan bide we, ma hûn dizanin çi ferqeke mezin heye di vê nirxandinê de? Li Tirkiyê nistperestî û kemalîzm li dij Kurdan provayên lînçkirinê pêk dihînin û malperên me Kurdan jî bi rojnamegeriyeke bê nimûne (!) wisa manşêt davêje: „Li Tirkiyê Kurd û Tirk bi hev ketin!"

KNN/Bavê Gazîn

Çavka^nî: Atilim

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy