Xwe biparêzin!

Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Kurdistan-Tirkiye

Li pey êrîşên li Înegolê, li Dortyola Hatayê piştî wesayîteke polîsan rastî êrîşa çekdarî hat û 4 polîs hatin kuştin, faşîstan avahiya BDP'ê û dikanên Kurdan şewitandin. KCK'ê banga xweparastinê li Kurdan kir...

 

Li Dortyola Hatayê şêva din li hember Midûriyeta Emniyetê ya bajêr û wesayîteke polîsan êrîşeke çekdarî pêk hat. Di çalakiyan de 4 polîs mirin. Leşker û polîsan piştî çalakiyê operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Li aliyê din komên nijadperest ên navçeyê êrîşê Kurdan kirin û kargehên Kurdan hatin şewitandin.
Êrîşa çekdarî pêr ber êvarê saet di 18:00'an de li taxa Ozerlicay li herêma avahiyên TOKI pêk hat. Wesayita polîsan bû hedefa çalakvanan û di encama gulebaranê de polîsên bi navê Alî Hacit Arat, Hasan Aslan, Emre Yalçin û Fatîh Yildiz mirin. Hêna şok a vê çalakiyê derbas nebûbû vê carê jî avahiya muduriyeta emniyetê ya Dortyolê hate gulebarankirin. Hat ragihandin ku di gulabaranê mirî an birîndar tune ne.

DEM WENDA NEKIRIN
Piştî li navçeya Dortyolê ya Hatayê 4 polîsan di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dan, avahiya BDP'ê ya Dortyolê û 50 kargehên Kurda hatin şewitandin. Serê sibê taxrîbata li navçeyê li hember kardgehên Kurdan hate kirin derket holê. Gelek kargehên Kurdan hatin şewitandin û Kurdên serê sibê diçûne kargehên xwe rastî êrîşê hatin. Di bûyerê de welatiyên Kurd jî bersiv dan nijadperestan û polîsan jî bi bombeyên gazê mudaxaleyî komê kir. Li herêma Çerkez Kiziyê Kurd rastî êrîşekî çekdarî hatin. Di encama êrîşê de Yunus Hanas û kesekî navê wî nehate zanîn birîndar bûn. Welatiyan jî bertek nîşanî bûyeran da.

‘PIŞTÎ CENAZEYAN ÊRÎŞ'
Kurdên kargehên wan hatin taxrîp kirin, diyar kirin ku piştî êrîşan li hemberî wan hewldanên lîncê tên kirin û wiha gotin: "Em bi salan e li vir in. Me her tim jiyana xwe bi biratî derbas kir. Lê piştî pevçûnan, komek bi zanebûn bûyerên wisa derdixe. Bi salan e zirara me negihîştiye tu kesî. Bûyerên şevêdin pêkhatin em hemû gelê Dortyolê berpirsiyar nabînin. Ev yekê provokasyona komekê ye."

ESNAF XWEDÎ DERKET
Ensafên Sûka Dortyolê jî xwedî li Kurdan derket û dan zanîn ku bûyerên şevêdin hemû gelê Dortyolê berpirsiyar nîn e. Ji esnafan Ahmet Kazmaci wiha got: "Me şevêdin heta sibê televîzyon temaşe kir em gelek xemgîn in. Televîzyonan bi awayekî wisa nîşan da ku tu dê bêjî hemû gelê Dortyolê rabûye ser piyan û gelê Kurd lînc dike. Teqez tişekî wisa tune ye. Em bi salan in li vir bi Kurdan re dijîn. Bûyerên şevêdin tenê ji aliyê komekê ve hatin kirin." Zêrîgir Ufuk Aydin jî diyar kir ku ji ber bûyeran gelek xemgîne û wiha axivî: "Em gelê Dortyolê hemûyan berpirsiyarê van bûyeran nabînin. Karê 4 -5 provokatoran e. Em di vê mijarê de wekhev difikirin." Dema nûçeya me dihat amadekirin li navenda navçeya Dortyolê polîs û leşkaran tedbîrên awarte girtin û gengeşî di dome.

RASTÎ GEFÊN MIRINÊ HAT
Li aliyê din Nûçegihanê DÎHA'yê Murat Altunoz, dema ku serê sibê ji bo nûceyan bi şopîne çû Dortyolê li nokteya kontrolê ya polîsan hate rawestandin û bi hinceta "parastina ewlehiyê" tuneye nehiştin bikeve navçeyê. Nûçegihan ku piştî saetek şûnda bi riyekî cuda keta nava navçeyê û li naveda navçeyê ji aliyê 2 kesên sivîl ên xwe wekî polîsên sivîl nîşanda nasnameya wî hate kontrolkirin. Piştî kontrola nasnameyê 10 deqîqe şûn de zarokekî 12 salî hat cem Altunoz û nîşeya li ser "tu dê bê kuştin" nivîsî da yê.

LI 5 HERÊMAN KOM BÛN
Serokê BDP'ê yê Dortyolê Halîl Baybarîs der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku hemû Kurdê li Dortyolê li 5 herêmên cuda kom bûne kirine û Kurdên li vir jiyana wan di bin gefê de ye.
Hat ragihandin ku li herêmên Kurd civiya ne ji bo rê li êrîşan bigirin û xwe biparêzin barîkat avakirine.

Walîtî bûyeran bi erênî dibîne

Walitiya Hatayê der barê bûyerên li Dortyolê qewimî de diyar kir ku sê kes ên piştî çalakiya li hember wesayîta polîsan hatibûn binçavkirin serbest hatine berdewan û ligel vê bûyerên ku qewimîn jî bi erênî nirxandin.
 Walîtiya Hatayê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Nûçeyên ku der barê gulekirina Midûriyeta Ewlehiyê ya Dortyolê de hatine weşandin, rastiya wê tuneye. Bi tu awayî Midûriyet nehatiye gulebaran kirin. Ji vê bûyerê mensûbê rêxistinê tu kes nehatiye binçavkirin. Piştî bûyerên 3 kesên ku bi guman hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Em divê van bûyerên ku di nava gel de derketiye normal bibînin."
‘EV ENCAMA PÊŞÎLÊVEKIRINÊ YE'
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî îdia kir ku hewldanên lincê yên li hemberî Kurdan encama pêşîlêvekirinê ye û wiha got: "Serokwezîr Erdogan ev projeya hilweşîn û îxanetê, wekî bombeyeke ku ji teqînê re amadeye li ser bunyeya me ya neteweyî hiştiye.
Bahçelî di berdewamiya axaftin xwe de wiha got: " Wezîrê Karê Hindur Beşîr Atalay jî bûyerên ku qewimîne girêdayê referandûmê dibîne. Lê ev bê berpirsiyarî ye. Ev wezîrê ku koordînatorê pêşîlêvekirina PKK'ê ye li Tirkiyeyê nayê."

Li Amedê civîna çapemeniyê

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, dê der barê bûyerên navçeya Înegola Bursayê û Navçeya Dortyola Hatayê ya li dijî welatiyên Kurd pêk hatin, li Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. Hevserokên BDP'ê ku îşev bên Amedê dê îro saet di 12.00'an de li ber avahiya BDP'a Amedê civîna çapemeniye pêk bînin. Li bendê ye ku parlamenter û şaredarên BDP'ê jî beşdarî civînê bibin.

‘HEKE DEWLET NEBE EM HENE'
 Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku hinek kes amadekariyên şerê nijadî dikin û wiha got: "Êrîşên li Înegol û Dortyolê bi zanebûn pêk hatin. Berê mal hatine tespîtkirin. Heke êrîşê demildest neyên rawestandin em dê sibê biçin Dortyolê. Heke li Dortyolê dewlet nebe em hene.
Li Îzmîrê, BDP, ODP, ESP, SDP, EDP, EMEP, ÎHD, 78'iyên Egeyê, teşebûsên lînckirinê yên li Navçeya Îngola Bursayê û Dortyola Hatayê li dijî Kurdan pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniya li Sumerbankê pêk hat de pankarta "Li dijî êrîşên lîncê em biratî û aştiyê bihûnin" hate vekirin û sloganên "Li hemberî faşîzmê mil bi milan", "Bi înad demokrasî, ji gelê Kurd re azadî", "Bijî biratiya gelan" hatin berzkirin. Parêzer Kamîl Agaoglu li ser navê komê daxuyanî xwend û da zanîn ku di serî de hikûmet, CHP, MHP, TSK û derdorên siyasî yên din berpisyarê lînckirina Kurdan in. AMED- ÎZMÎR-ENQERE-HATAY - DÎHA

 Azadiya Welat

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy