Emê biçîn Dortyolê

Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Kurdistan-Tirkiye

Kişanak: Heke dewlet li Dortyolê nebe, emê biçîn wir

ENQERE - Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak, diyar kir ku hinek kes amadekariyên şerê nijadî dikin û wiha got: "Êrîşên li Înegol û Dortyolê bi zanebûn pêk hatin. Berê mal hatine tesbîtkirin. Heke êrîşê demildest neyên rawestandin em wê sibê biçin Dortyolê. Heke li Dortyolê dewlet nebe em hene"

Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak, êrîşên li Navçeya Înegolê ya Bursayê û Navçeya Dortyol ya Hatayê nirxand. Kişanak, da zanîn ku komên li Înegol û Dortyolê êrîş kirin, berê amadekarî kirine û wiha got: "Em nizanin ku kesên di nav êrîşan de girêdayî kê ne, lê hinek kom amadekariyên şerê nîjadî dikin. Nişaneyên amadekariya vê yekê hene." Kişanak, da zanîn ku şerê li Înegolê sedema bazirganiyê derketin bi zanebûn kesek miriye agahî derxistine û wiha pê de çû: "Hinek kes bi zanebûn li hemberî Kurdan aloziyê derdixin. Wê demê amadekariyekî wan berê heye. Li Dortyolê jî disa êrîş li kargehên Kurda hate kirin. Navçeya Dortyolê navçeyek mezin e. Şewitandina dikanên Kurdan karekî organîze ye."

Kişanak destnîşan kir ku hikûmetê tenê bûyer temaşe kiriye û wiha axivî: "Li hemberî hemû hewuldanên me li Dortyolê tedbîr nehatine girtin. Beriya ku êrîşan destpênekir, me bi Wezareta Karê Hundir, Walîtî, Qeymeqamî û Midûriyeta Polîsan re hevdîtin pêkanîn. Lê dîsa tiştek nehate kirin û avahiya partiya me hate şewitandin."

GER DEWLET NE LI WIR BE EM LI WÊ DERÊNE

Kişanak derbirî ku berpisyarê şewitanina avahiya partiya wan hikûmete û wiha pêde çû: "Helwesta hikûmetê ya li hemberî van linckirinan gelek bi guman e. Berpisyar hikûmet e. Eger dewlet tiştên pêwîste li Dortyolê pêk neyîne, em wê biçin wê derê. Eger êrîş neyên rawestandin û êrîşkar neyên dîtin, em wê biçin wê derê. Gelê me bê xwedî nîne bila vê yekê hemû kes baş bizane."

ANF

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy