Parastina Hasan Atmaca û Mirovman

Ji bo çapkirinê PDF

Zeynel Abidîn Han

Parasitina Dîrokî ya Hasan Atmaca ya binavê "Savunma"  ji nav Weşanên Han li Berlîn derket.  Îro nebe jî, di demeke mûayen de ew dê cîhê xwe bigre û wek parastineke siyasî ya ku di rewşeke dojehî de hatiye kirin û bedela wê jî bi giranî hatiye dayîn, ew dê di dîroka Kurd û Kurdistanê de mora xwe bihêle. Min got, îro nebe jî, jiber ku texmîn nakim ku îro girîngî û taybetiya xwe ya dîrokî baş bide diyarkirin. Sedemên wê pir in û gelek trajîk in.

Berî her tiştî PKK bi saye helwesta xwe ya "taybet"  ya Abdullah Ocalanî de êdî ew bîrdozî û nirxên teqabûlî serxwebûna Kurdistanê dikir naparêze. Hemin ne bi tenê ew, êdî ew qaşo rêxsitin û kadroyên wan yên serkirde, îro li gor revaça "cîhana Tirkiyeyîbûnê" tevdigerin û di nav qirneyeke xafletê de ne û peyî çend berjewendiyên biçûk û acîzane ketine. Kurd û Kurdistan wek parastineke rûmetî ne xema wan e.

Çima ev parastina dîrokî îro nikare nirxa xwe destnîşan bike?

Sedema yekemîn ev e; Ev parastin di nav xwîn û xwîdanê de hatibû nivîsandin. Bi dehan lehengên vî miletî xwîna xwe dan û paşê ev maf bidest xistin û bi vî aweyî Hasan Atmaca û gelek hevalên wî karîbûn ku parastina xwe wek belgeyeke şeref û rûmetî binivîsînin û di dadgehên dagirkerana de kûrsiyên koletiyê bikin kûrisyên azadiyê û serfiraziyê. Gava wan ev yek dikir, rêxistinên din bi tevî serkirdeyên xwe yên teslîmbûyî yek bi yek ji sehneya dîrokê rêç dibûn û diçûn. Her çi qas piştî gelek salan îdîa kiribin jî "PKK rêxistinên din yên Kurdistanê ji ortê rakirine" ev yek ne îdîayeke realist bû. Eger wan kariba li hember hovîtiya dewleta Tirk berxwedana hebûnê bidin, niha rind xirav ew jî di qada tekoşînê de dikarîbûn berdewam bin. Lê nebû, wek rêxistin, ji bilî PKK çi rêxistinekê, li hember bêrûmetkrina Kurdan serî ranekir û her tişt qebûl kir. PKK jî bi sayeya serkirdeyên xwe yên bi rastî fîdakar û cesûr, roj bi roj, lez bi lez berxwedan kir  û pîlana kirêt ya tunekirina Kurdan pûç kir. Yanê zulma bê nimûne ya dewleta Tirk rêxistinên din yên Kurdan tune kir, lê PKK bi sayeya van lehengên dîrokî yên wek Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Alî Erek,  Mehmet Şener, Mehmet Emîn Yavuz, Necmettîn Buyûkkaya, û bi dehan kesên îro jî sax in, hebûna partiya xwe parastin û gelê Kurd jî bi vê berxwedanê bawer kir. Eger ev berxwedana zîndana Amedê nebûya, îro PKK jî, Ocalan jî û ev hêz û saziyên siyasî, leşkerî, aborî û çandî yên gelê Kurd jî tunebû. Jiber ku plana zulimkarên zîndana Amedê ev bû ku di navbera salên 1981 û 84an de ev meselê bi ji serî heta dawî bi  îtaakirina şoreşger û welatperwerên Kurd hel kiribana û êdî çi Kurdek dengê xwe dernexistiba.

Lê nebû, cengawer û lehengên bê nimûne yên miletê Kurd hebûna miletekî qedîm parast û xwe fîda kirin.

Serokên partiyên din yek bi yek tunebûn û ev helwesta wan ya bêrûmet bû sedema tunekirina rêxistinên wan. Îro ew hemî jî ji rewşa Abdullah Ocelan razî ne, jiber ku Ocelan helwesta wan ya wê demê temsîl dike. Çawa ku wan ji hemî nirxên xwe poşman bûbûn û êdî halekî serîrakirina hemberê zulmê nemabû, îro jî Ocelan heman helwestê diyar dike. Lê cûdahiyeke mezin heye; Ocalan jiber ku hîna jî serokê PKKê ye, êdî ew nirx û giranbûhaya helwesta berxwedanê dihête "biçûkkirin!" Jiber vê yekê îro parastina dîrokî ya Hasan Atmaca ne ew qas balê dikişîne. Jixwe gava Ocalan hatibû girtin wisa digot: "Ez dê ne berxwedaneke wisa întîxarwarî (yanî helwesta Mazlûm û Kemal wan) û ne jî teslîmiyeteke berjêrî (yanê helwesta Şahîn Donmez) bikim." Eger binê vê gotinê lêbikolin, hûn dê bibînin ku helwesta Ocalan ku ew wisa teswîr dike, heman mîna helwesta bi dehan serok û rêberên rêxistinên din yên di zînadana Amedê de ye. Jiber ku li hember berxwedana serkirdeyên PKKê êdî çi wate û tesîra Şahîn Donmez û kesên wek wî nemabûn, heta ew jî êdî poşman dibûn ku ew qas xirav teslîm bûne. Lê bandura serkirdeyên rêxistinên din yên li ser girseyeke mezin ya di zîndanê de hebû. Jiber ku wan jî teslîm bûbûn û esil teslîmiyeta wan mala rêxistina wan xirav kiribû, mirov dibîne ku ji wê rojê û şûnde çi rêxistineke Kurd iflah nebûye, belav bûne û çûne.

Ji aliyekî din ve jî, gelek balkêş e ku ev parastinên dîrokî yên kadirên PKKê, heta niha qet nehatin weşandin û îro jî eger ew bixwezin biweşînin, belkî cîhekî jî nebînin. Jiber ku ew serkirdeyên ew roj rêxistina xwe teslîmî dagirkeran kirin û bûn sedema tunekirina rêxistinên xwe, îro jî bi heman helwestê ve hewil didin ku di pasteya firotina welatê xwe de parekê bi dest bixînin. Yan li bin siya Barzanî, yan Talabanî û yan jî her çi qas bi roj bi şev wek dij xwe diyar bikin jî, dixwezin di pasteya helwesta Îmralî de xwedî parekê bibin. Jiber vê yekê, îro qet malpereke Kurd de (ku piraniya wan di sehneya înternetê de hene û „rêxistinên" xwe yên bi destê xwe tunekirî di wê sehnê de didin jiyandin) behsa vê parastinê nehate kirin. Dîsa gelek balkêş e, ku di vê mehê de di 14 Tîrmehê de ku ev roj jibo hebûn û tunebûna miletê Kurd de rojeke pir girîng e, qet behsa çalakiya mezin ya ku sîstema zulmê li ser dewleta Tirk de hilweşandî nekirin.

Jiber ku di sala 1982 an de Kemal Pîr û hevalên wî bi iynada dijmin "Ez Kurd im" digotin, lê bila serokekî rêxistinên din rabe û bêje "min sê rojan li berxwe da!" Na xêr, di roja ewil de gotin "Ez Tirk im!" Û Abdullah Ocelan jî wekî dihête bîra me di leza ewil da gotibû „dayka min Tirk e!"

Yanê hemî serokên rêxistinên Kurd  bi yek dengî biryara teslîmiyetê dane û her çi qas miletê Kurd bi keç û kurên xwe yên ferişteyî di tekoşîna hebûn û tunebûnê de parçe parçe bibin jî, ew plana xwe ya teslîmkirinê dimeşînin. Ma eger yek serokek  jî derketiba û li hember vê teslîmyetê biryara berxwedanê daba, gelo kê dikarîbû ku rêxistina wî serokî ji ortê rabike?

Em werin ser „Savunma" ya Hasan Atmaca... Jiber ku  wî parastina xwe bi Tirkî nivîsiye, diviyabû me jî nivîseke Tirkî li ser wê nivîsîba, lê bi rastî êdî hêz û dema min ya nivîsandina Tirkî nîne... Her çiqas wek kêmasiyekê diyar bibe jî ez ji vê kêmasiya xwe şanaz im. Ew qas şanaz im, ku bi rastî nikarim du peyîv bi Tirkî binivîsînim, jiber ku min di zîndana Amedê de biryara Kurdî da û min helbesta xwe ya yekemîn ya Kurdî jî di wê zîndanê de nivîsî... Jiber bêrûmetkirina miletê min heta demarê min yê ziravîn jî wek agir canê min hêşand û ez ne ji mantelîteya Tirkî, ez ji zimanê Tirkî jî dijmintiyeke li hember qewmê xwe hîs dikim. Û êdî nikarim bi Tirkî binivîsînim.

Niha em werin ser mijarê:

Hasan Atmaca bi yek gotinekê ve, parastineke dîrokî nivîsiye û di dadgehên dagirkeran de rûmeta gelê Kurd û sosyalîzmê rakiriye qada herî bilind. Hem jî bi bedeleke mezin ev yek kiriye.

Parastin ji heft beşan pêk dihê, mîna heft deriyên dîrokî yên Kela Amedê ew heft beş jî yek bi yek deriyên rizgarbûnê rawayê miletê Kurd dike.

Hasan Atmaca behsa berxwedanê dike û şêroveyeke zanistî û rasteqîn dihîne ser ziman. Ji dema Împeratoriya Med û heta îro dûr û dirêj dîroka Kurdistanê derdixîne û li ber dadwerên Tirk yên dagirker PKKê dixe dawiya vê dîroka mezin û qedîm.

Hasan Atmaca behsa kapîtalîzmê û dagirkeriyê dike û jibo çarserkirina Meseleya Kurd û Kurdistanê hem bi çînayetî û hemjî bi netaweyetî şêrove dike û wsia dibêje:

 Dozgerê Leşkerî îdîa dike ku PKK çeteyeke çekdar e. Wî di îdîaname û mûtalayê de ev yek pir caran dûbare kiriye. PKK ne çeteyekê ye, ew partiyeke siyasî ye û tekoşîne serxwebûnê girtiye ser milên xwe û wek bernameya asgarî, afirandina Kurdistaneke yekbûyî, demokratîk û serbixwe  û wek bernameya azamî jî rêxistinkirina civaka bê çîn ji xwe re kiriye armanc û di vê rê de jî dest bi tekoşînekê kiriye. Ev tawanbarkirina bi sûcê çeteyî hem ji bingehên zanistî mehrûm e û hem jî xwedî du armancan e: Ya yekemîn ev e ku dozgerî dixweze karektera esil ya PKKê ji gelê Kurd veşêrin û bi vî aweyî bikare ku PKK wek rêxistineke çekdar û wek çete bide danasînkirin; ya duyemîn jî ev e, dewlet bi vî aweyî dixweze zemîna tunekirina PKK bi rêgehên leşkerî amade bike. Eger PKK bes wek rêxisitineke çekdar û çete bihête destnîşankirin, tunekirina wê bi rêya leşkerî ji bo wan hêsantir dibe û her wiha bikaribe rê liber rêaksiyonên nav gel û navneteweyî bigre. Dîsa eger dewlet bikaribe ku PKKê wek hêzeke leşkerî bide lanse kirin, wê çaxê rakirina wê ji layê metod û hêzên leşkerî meşrû bihête qebûlkirin.

PKKê tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê hilgirtiye ser milên xwe û hemin ew dê di vê tekoşînê de metodên hemdem yên vê sedsalê bikar bihîne û li gor vê yekê jî rêxistineke leşkerî jî bihafirîne. Lê navê vê rêxistinê jî ti caran wê nebe çete...

 

Hasan Atmaca berî her tiştî di berxwedana man û nemana gelê Kurd û Kurdistanê de hevalên xwe yên şehîd bi tenê nehîşt, bi wan re birçî ma, şikence dît, canê xwe da ber mirinê û paşê gava derket der jî, li çiyê berxwedana xwe berdewam kir, qada tekoşîna xwe ji berxwedariya zîndanê berev berxwedariya wek fermandarekî gerîlayê berdewam kir û umrekê da Kurdistanê. Û piştî sîh salan derfeta çapkirina parastina wê çêbû û ew niha du caran fîrar e...

Gelek trajîk, ew niha ji wê partiyê ku wî canê xwe jibo parastina wê dabû ber mirinê jî fîrar e. Jixwe belkî jî dîrokiya vê parastinê du caran mezintir û giranbihatir dibe. Îro nebe jî, wekî me di destpêkê de got, di pêşerojê de meziniya helwesta wî û parastina wî ya dîrokî wê bihête fêmkirin û belkî ew roj serxwebûna milet û welatê me yê qedîm bikeve rojevê û dost jî dijmin jî wê bibînin ku pêşiya wê lehiya azadiyê wê qet bi hîle û pîlanên kirêt nehête girtin...

Ya dawî jî, ez gelek şanaz im ku min edîtorî û weşanvaniya vê Parastina Dîrokî ya „Savûnma" ya Hasan Atmacayî kir. Hêvî û bawer dikim hîna gelek parastinên wisa bihête weşandin û belkî ev xewna xafletî hêdî hêdî bihête parçe kirin û şiyarbûneke nû ya ku çi caran û bi çi metodan wê nehête sekinandin dest pê bike.

Berê demeke kin min jî belge-romaneke  xwe ya ku ji bîranînên  li zîndana Amedê pêkhatî, bi navê „Kela Hawaran"  weşandibû. Ez û weşanxaneya me HAN GRAFÎK jibo  weşandina berhemên din yên di derbarê zîndana Amedê de hazir in û çi berhemên wisa bikeve destê me em dê binirxînin û nehêlin ku rastiyên zîndana Amedê bihête şêlûkirin.

Ev baweriya min e û ew yek bûye biryara dawî ya jiyana min... Ji bilî vê qet tiştekî di ber çavê min de qasî mûyek jî xwedî nirx nîne...

Jiber ku bê Kurdistaneke serbixwe qet rûmetekê ku ez bêjim ew rûmet e nîne...

  Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be

 

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy