Provayên şerê Kurd û Tirk...

Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Tirkiye-Kurdistan

Provayên şerê Kurd û Tirk dihête kirin

Li Tirkiyê li navçêyeke girêdayî bajarê Bursa- Înegolê sê hezar kes wek girûgeke rasîst hêrişê ser Kurdên bê parastin kirin û gelek jê birîndar kirin. Hêrişkarên rasîst yên Tirk dor li dewr û berê qereqolê girtin da ku bikaribin Kurdan ji destê poles bigrin û wan bi lîçkirinê ve bikûjin. Mesken û cîhê kar yên Kurdan bi awajeyên rasîst yên Tirk hatin xiravkirin. Ev car armanca wan bi yekser diyar dibû ku Kurdan lînç bikin û dest bi plana "paxijiyeke  etnîkî" ya li dij Kurdên li bajarên Tirkiyê bikin.

Her wisa li ber hincete kuştina çar polêsên li navçêya Dortyolê ya bajarê xetayê, dîsa wek Înegolê bi hezaran nijatperestên Tirk hêrsih birin ser Kurdan û cîh û warên wan dan ber agiran. Li gor nûçeyên dihên, avahiya Partiya Aşîtî û Demokrasiyê-BDPê hatiye şewitandin û hîna jî li bajêr rewş xirav e.

Dihête ragîhandin ku ev rewşa heyî li bajar û nevçêyên Tirkiyê rerwşa xelkê Kurd gelek bi xeter e û eger wisa berdewam bike êdî starbûna Kurdan ya li wan deveran wê ne mîmkûn be.

Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê Beşîr Atalay jî daxûyaniyek da û got, "Ev bûyerên provakatîv wisa diyar dibe ku bi nêzîkbûna rojên Refarandûma Destûrê zêdetir dibin û her wisa wî qet behsa xeteriyên li pêş xelkê Kurd yê li herêmên Tirkiyê nehîna ser ziman. Ev yek jî wisa diyar dijke ku hikûmet heta vê gave jî çi tedbîr li pêş vê xeteriya mezin nestandiye û niyeteke wisa ya standinê jî naxûye.

KNN/Eliyê Zozan

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy