| 25 JULY 2010
KNN/Pirtûk
Parastineke Dîrokî „Savûnma" ya Hasan Atmaca ji aliyê Weşanxaneya Han li Berlîn hat weşandin.
Eve parastina ya Hasan Atmaca di heman demê bersivek bû ji wan giyanpakan ku welatperwer û şoreşgerên Kurd li zîndana Amedê piştî vê berxwedanê karîbûn li hember dadgehên dagirkeran xwe, welat û partiya xwe biparêzin û wê berxwedana mezin wek belgeyî têxin nav refên dîrka Kurdistanê. Parastina siyasî ya kadirên destpêkê û fermanerekî hilbijarde yê PKKê Hasan Atmaca ji aliyê Weşanxaneya Han li Berlîn hat weşandin.
Ev berhem ji parastinên siyasî yên girtiyê salên 1980iyan yê Zîndana Amedê Hasan Atmaca pêk dihê. Berhem wek 7 beşên parastinê hatiye tanzîmkirin. Taybetiya vê berhemê ev e ku li Zîndana Amedê jibo ku girtiyên siyasî yên Kurd înkara xwe û paşeroja xwe bikin û dev ji parastina welat û rêxistinên xwe berdin, zulim û şikenceyeke bê nimûne li wan hatibû kirin û bi dehan şoreşger û welatperwerên Kurd û bi taybet kadir û mîlîtanên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn. Di sala 1982 14 Tîrmehê de Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek jibo bidestxistina vî mafê bi rûmet bi berxwedana rojiya mirinê ve jiyana xwe ji dest dabûn û ketibûn qada herî bilind ya dîroka Kurdistanê.
Eve parastina ya Hasan Atmaca di heman demê bersivek bû ji wan giyanpakan ku welatperwer û şoreşgerên Kurd li zîndana Amedê piştî vê berxwedanê karîbûn li hember dadgehên dagirkeran xwe, welat û partiya xwe biparêzin û wê berxwedana mezin wek belgeyî têxin nav refên dîrka Kurdistanê.
Lê mixabin ji wan parastinên siyasî heta niha yan qet nehatin weşandin, yan jî beş beş di malperên Kurdî de cîhê xwe digrin. Jiber vê yekê rayedarên Weşanên Han diyar dikin ku wan bi biryareke berpirsiyarî hewil didin ku hemi parastinên li zîndana Amedê hatine kirin biweşîne. Bi taybet vê berhemê jî wek bersiveke 28. salvegera roja berxwedana 14 Tîrmehê diweşîne. Di weşana xwe de wek zimanê bingehîn û yegane Kurdî hatibe biryarkirin jî, di weşandina belgeyên berxwedana Kurdan ya li zîndana Amedê û her wiha rojnivîs û berhemên gerîlayên Kurd de Weşanxaneya Han bi Tirkî jî berheman diweşîne. Parastina Hasan Atmaca pratîka yekemîn ya vê hewildanê ye.
Wekî li jor hatiye destnîşankirin, „Savunma" (Parastin) ji hef beşan pêk dihê. Îdîayên dozger, destnîşankirina nasname û jyiana xwe, şert û emrcên Kurdistanê, dîroka Kurdistanê û avabûna hasten netewî û şoreşgerî li Kurdistanê, avabûna PKK û armanca PKKiyan, şêrovekirina rastiya civakî ya cîhanê û bandura wê li ser gelê Kurdistan û bi taybet parastina tekoşîna Serxwebûna Kurdistanê bi zimanekî vekirî, herikbar û bibiryar di nav wan dojehên zîndana Amadê de yek bi yek hatine belgekirin. Divê bihête xwendin, gengeşîkirin û li gor rewşa îro ya Kurdistanê jî dive bihête berhevdanan...
Têbîniyeke balkêş ya dawî jî ev e; Zîndana Amedê di nav sûrên Kela Amedê hatibû avakirin û heft deriyên Kela Amedê hene û ev Parastina Siyasî ya Hasan Atmaca jî ji hef beşan pêk dihê...
Nasnameya Pirtûkê ev e:
"Savunma" (Parastin)
Hasan Atmaca
Weşanên Han- 32
Belge - 5
Tirkî - 1
Çapa Yekemîn: 14 Tîrmeh 2010
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design : Gazîn Onur Han
ISBN: 978-3-940997-33-3
7 Beş û 164 Rûpel
7,50 €
Navnîşana Daxwezkirinê:
Han Grafîk Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62 12157 Berlîn
Tel: 00 49 30 47987052 Fax: 00 49 30 47987054
Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be www.evra-kitap.com
KNN/Nahê Xan
Kerem bikin beşeke ji parastinê ya bi Kurdî û Tirkî:
Dozgerê Leşkerî îdîa dike ku PKK çeteyeke çekdar e. Wî di îdîaname û mûtalayê de ev yek pir caran dûbare kiriye. PKK ne çeteyekê ye, ew partiyeke siyasî ye û tekoşîne serxwebûnê girtiye ser milên xwe û wek bernameya asgarî, afirandina Kurdistaneke yekbûyî, demokratîk û serbixwe û wek bernameya azamî jî rêxistinkirina civaka bê çîn ji xwe re kiriye armanc û di vê rê de jî dest bi tekoşînekê kiriye. Ev tawanbarkirina bi sûcê çeteyî hem ji bingehên zanistî mehrûm e û hem jî xwedî du armancan e: Ya yekemîn ev e ku dozgerî dixweze karektera esil ya PKKê ji gelê Kurd veşêrin û bi vî aweyî bikare ku PKK wek rêxistineke çekdar û wek çete bide danasînkirin; ya duyemîn jî ev e, dewlet bi vî aweyî dixweze zemîna tunekirina PKK bi rêgehên leşkerî amade bike. Eger PKK bes wek rêxisitineke çekdar û çete bihête destnîşankirin, tunekirina wê bi rêya leşkerî ji bo wan hêsantir dibe û her wiha bikaribe rê liber rêaksiyonên nav gel û navneteweyî bigre. Dîsa eger dewlet bikaribe ku PKKê wek hêzeke leşkerî bide lanse kirin, wê çaxê rakirina wê ji layê metod û hêzên leşkerî meşrû bihête qebûlkirin.
PKKê tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê hilgirtiye ser milên xwe û hemin ew dê di vê tekoşînê de metodên hemdem yên vê sedsalê bikar bihîne û li gor vê yekê jî rêxistineke leşkerî jî bihafirîne. Lê navê vê rêxistinê jî ti caran wê nebe çete...
---------------------------------------------
Askeri Savcı PKK'nin silahlı bir çete olduğunu ileri sürmektedir. İddianame ve mütalaasında bunu sık sık tekrar etmiştir. Kürdistan bağımsızlık mücadelesini omuzlayarak bağımsız, birleşik ve demokratik bir Kürdistan yaratmayı asgari program, sınıfsız toplumu örgütlemeyi de azami program olarak benimsemiş ve bu uğurda mücadele eden PKK bir çete değil, örgüt yapısını, amaçlarını ve işleyişini tüzük ve programında sistemleştirmiş bir siyasi partidir. Hiç bir bilimsel dayanağı olmayan çete suçlamasının ikili bir amacı vardır: Birincisi PKK'nin asıl niteliğini gizleyerek halk kitlelerine siyasi amaçtan yoksun salt bir silahlı çete olarak göstermek; ikincisi vede en önemlisi siyasi bir parti olan PKK'yi askeri yöntemlerle ortadan kaldırmanın zeminini hazırlamak. Eğer PKK bir çete olarak lanse edilirse onu askeri yöntemlerle yok etmek kolaylaşacak ve buna karşı gelişebilecek muhtemel iç ve dış kamuoyu tepkisi önlenecektir. PKK'nin salt bir askeri güç olarak gösterilmesi başarılırsa bu gücün bir başaka askeri güç tarafından ortadan kaldırılması bir bakıma meşruluk kazanmış olacaktır.
Kürdistan bağımsızlık ve özgürlük mücadelesini omuzlayan PKK, bu mücadeleyi zafere ulaştırabilmek için elbette çağın ve ülkenin gereklerine uygun modern bir askeri örgütlenme yaratmak zorundadır ve yaratacaktır. Ama bunun adı çete olmayacaktır.



Dewrêşê Evdî...


