| 15 JULY 2010
Eniya me ji agir...
Zeynel Abidîn Han
Çileyan av dixwazin
bi rûyên xwe yên xelayî
quling difirin Dijlê
elzem, mexrûr û çetin
dengekî dihê û vedike şevê
"Stêrka Sor,
were, bircên me hatine dizîn
were
em ji nûve bircên xwe çêkin..."
Di nav tariyê de
exlaqa peyvê
di meha Tîrmehê de
mafê jiyanê
dest bi mirinê kir...
Mirin tîna hizrê û eşqê ye
jibo kesên giyan tarî,
di oqyanûsa qirêj de
dadwariyeke avî
dilop dilop mirov dide gotin
bê peyîv û yeqîn
bereketa jiyana ne islahkirî...
Ji wan wetrê, deng dinale
naxêr,
deng nalîn nake
ew dilekî lal e!
Ji nav kendalên şevê
zebanî derketin ji nûve
xwîn û zûxav pişkivandin dehlîzan
Deng dinale
deng êşiyayî
li Çiyayên Berbang
spî dibin porê Mûsayî...
Zebanî bê sebir in,
zebaniyan bê çare
û deng,
hildikişe ser bedenên giyan şikiyayî.
Ne li bedenên me ha,
lo heval, te di dilê me de hîşt
ew bahoza jana şûrkirî.
Sozê qesemê be bila
em dê evîna xwe bihînin
û bawer bike
bi destên te vebixwin wê şereva mirinê...
Da birûçîkinin em ji qefesa singê xwe
û dîrokê derxînin meydanê,
bila ev birc me jibîr nekin,
me li vî bajarî nivîsî peymana xwe
jibo ku bi qirêj nebin
destên xwe dirêjê asîmanî kir...
Zebanî bê deng man
zebanî mîna leşkerên ezabê dinalin
û Sê Şitil Alaw
mîna çemê ronahiyê herikî
ser birîna hawariyan...
„Ez deyindar im"
got Biryara Ewil,
„li ser lahîtan bihê kolandin
û ev dûrîka nemirinê
tevlî beytên ji agir bibe..."
Destekî rabû dû re
qulingan ew dest bi xwe re bir
pêk ve firîn û gîhîştin ewira...
Destî qêrîn kir,
"Ez jî dihêm!"
Pîrê Amedê
dilşad e
hem jî çawa,
bi lêdana dawî ya dilê xwe
çû ket nav refên ronahiya...
Gelî qulingan
vê şefeqa zû
ser rêya Şahê Merdan
ma we Pîrê me nedît
Pîrê Amediyan?
Sêfîlên kîjan mirovayetiyê ne hun,
kîjan şaristaniya bê exlaq mayî?
Gelo nahêt ji nûve,
ew rastiya Mahsûm û Delîl
dûbendiya xwazayî!
"Tabîbê min, Rêberê min"
got Stêrka Sor
bê giryan
ronî ronî dipişkivînin çavên wî
destê xwe rakir hewa:
"Hêşta gelek dil hene
gelek ciwanên çetel çirûsk!
Hemî jî li bendê ne
gerdana berbangê
dimeşînin, dixemlînin bi stêran."
Hemî baxçeyên dehlîzê
yek bi yek Çîçek vedan
û wek pelên biharê
hêşîn hêşîn bûn
ji nûve bêhêviyan...
Stirana êvareke Tîrmehê barî
Stirana Akîf ser hawariyan...
Ji çiyayên Serhedê qetiyam hatim
Jiber ku bi we re ez lawê şewat im...
Girnijîneke veşartî
halê Tabîbî kir weke seyran
û birçîtiya xwe
bi dengekî xemgîn
şande asîman...
Negrî yarê tu negrî (*)
Laçika şîn girê nedî
Laçika şîn diçilmise
Cîgerê min dax nekî
Şitla sêvê bûbayî
Rengê avê bûbayî
Jibo min rindê pirin
Min dixwast tu bûbayî
Sêva sor bûn tu were
Hûrmî nar bûn tu were
Nexweş ketim nehatî
Dema mirna min were
Rûnîşt li kêlekekê,
fikirî
ew bajarê bi lanet
û kesên bi cil û bergên stêrî...
Dû re qêrînên hêşîn yên avên çiyayî
Çiyayên Çewlikê
Qerecdax,
Şikestûn,
Lêlîkan...
Yekser hêşîn bûn keniyên wî
dilşad e, qasî ku bixwazî
li ser milên xwe
bi tevî henasên birçîbûnê
di xew re çû...
Wê şevê çi mirin ketin xewnên wî
çi jî ev zîndan!
Porên sor mawzeran dibirîqîne
dikene û dimeşe
partîzanek,
sor ciwanek nû...
Hişyar bû,
îro rojeke cûda
rûyê xwe traş kir
xwe xemiland,
xweşik bû vê siwe
û eger „Keko" nebûya
çemên dilê wî
li ser şabûna wî
biherikiyana...
Keko, got...
"Ji xewneke wisa bi hawar şiyar bûme ku
mizgîniya wê têra peymana me ye.
Stiranek bêje ji wî dengê xwe yê leheng
partîzanên porsor bimeşin berev jiyana me!"
„Doxtor,
dora min e niha,
dengê xwe dibim mirinê,
dengê xwe yê şoreşgeriyê.
Bi tenê dilopekê jî bimîne
jibo wê evînê dişewite
û dide jiyandin
yekîtiya dilên hevalbendiyê"
Stirana xwe got paşê
stirana dilbendiyê
dilbendiya yarê û rêhevaltiyê!
Lerziya giyanên bindest
di rêya egîtiyê de
Pîrê zanatiyê:
Ji kela Sînopê min Ulubey dîtiye
û serê xwe daniye çiyayên Kurdan
Mar dinale,
zebanî erjeng
jibo hêrişên nîvê şevê
amade ne...
Şev qelişî
bi dengê lingan
û lawijên mirinê ve,
xwînmij tijî hucreyan bûn...
Hîna demeke hênik ya xewnan e
ji Biryara Ewil
radigîhî hawariyan.
Mirin û serkeftin
pêşwaziya siweyê dikin
Pîr vedikişe dergaha xwe
henasên wî
dişûjin ber şitlekê...
„Çawayî?"
dibêje zîndancî
„Ma tu hîna dibînî?"
Pîr dibêje
„Belê,
„hem jî qasî dilê xwe..."
serzîndancî du qat bûye
stûxwar e li ber vî Çiyayî
niftê dirêjê dike,
destekî Pîrî tenha
mecbûrê dîwarê ye
bi destê dinê ve
li nifta ketî digere!
Fêm dikin ku
Pîr êdî nabîne.
Lê fêm nakin,
Pîrê min
ronahiya mirovbûnê
ji çi afirandiye
daniye ber peymanê?
Ewreke Xakî
li roniya çavên wî ket
cara yekem bû
wî jî bawer kir ku nabîne
û bi tenê dilşad bû...
Hevûdu hembêz kirin
dilê Pîr li asîmanî ket
girnijînek da ewirê
bi şewat lê nihêrî
ji agirî pêşkêş kir...
Pîr nedî
lê dîsa jî
ewir hilda nav destên xwe.
Ji hûcra wî
Pîr ne
çiyayek birin hevalên wî...
Li eniya Biryara Ewil
ewrên spî û belek
dîlana xemê û şahiyê dikin
û nemirinek,
dizane
hîna roj venebûye
di dergaha girnijîna xwe de
wê bigîhî Pîrê xwe...
Dosya dilê xwe binivîsim
bila ji cewherê agirî re
bibe wasiyeta me
bê guman
heyfa me hildidin
jî marê serî reş
rizgar dibe weraseta me.
Tabîb,
ji dilê xwe pirsa qewlê xwe kiriba
ji dilê xwe yê ku
li ewran dardakirî,
nihêrî û dît
Cewherê Agirî li ber serê wî bû...
Dema ku zebaniyan
di hucreya wî de ew dît
Wî xwe gîhandibû raza agirî...
(*) Ev stran ya herêma Amedê ye û ji aliyê stiranbêjî Amedî, Celal Gûzelses di dema xwe de wek parçeyeke ji pîlana asîmîlekirinê, hatiye Tirkîkirin. Hayrî Durmuş jî ji vê stranê gelek hez dikir û girtîyên hefsa Amedê jî jibo bîranîna wî, ev stran ji nûve werdigerand eslê xwe yê Kurdî û wisa distiran.
**Ji pirtûka Zeynel Abidîn ya bi navê Eniya me ji agir ti caran nexweyîdî



Dewrêşê Evdî...


