| 09 FEBRUARY 2010
KNN/Kurdistan
Hikûmeta Kurdistanê bersiva waliyê Musilê da: Musil ne milkê Nucefî ye!
Piştî daxuyaniyên waliyê Musilê Esîl Nucefî Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Kawe Mahmud da zanîn ku helwesta hikûmeta herêmê ya derbarê arîşeya Musilê de naguhere partiyên Kurd û hêza pêşmerge li gor destûra Iraqê li wî bajarî ne.
Mahmud got:" Arîşeya Musilê arîşeyeke siyasî ye, arîşeyeke îdarî nîne. Sedema mayîna hindek ji arîş
eyên li Musilê, çaresernekirina arîşeyên hilawistî yên navbeyna hikûmeta herêm û hikûmeta federal e."
Mahmud wiha dom kir:" Partiyên Kurd û hêza pêşmerge li gor destûrê li Musilê ne û berî destbikarbûna waliyê nuha yê Musilê Esîl Nucefî jî hêza pêşmerge di wan navçeyan de bû. Daxuyaniyên waliyê Musilê propagandeyên hilbijartinê ne û li dijî tewafiqê û çêkirina atmosfereke aram in."
Hêjayê gotinê ye çend roj berê waliyê Musilê Esîl Nucefi di daxuyaniyekê de gotibû:" Em li dijî hebûna pêşmerge li Musilê ne. Her weha divê baregehên hêz û partiyên Kurdan bên valakirin. Emê ji bo pêkanîna vî karî tiştê ku ji me bê bikin. Çimkî baregehên partiyên Kurdan mulkê dewletê ne."
Serokê Lîsteya Birayetiya Neynowayê Xesrew Goran jî li hember daxuyaniyên waliyê Musilê gotibû:" Çi kes û alî nikarin bingeh û baregehên partîyên Kurdî û Iraqî jî Musilê derêxin. Iraqa iro, Iraqeka nû ya federal, azad û demokratîk e. Mûsil ne mulkê Nucefî ye ku baregehên partiyên Kurdistanî bigire."
Parlamenterê erebê şovenîst yê ser bi Lîsteya Eliraqiye Usama Nucefî çend roj berê daxwaz ji hikumeta Bexdayê kiriye ku Kurdên ku di nav dezgehên ewlekariyê yên li Iraqê de kar dikin, bên dûrxistin. /Pukmedia



Dewrêşê Evdî...


