| 09 FEBRUARY 2010
KNN/Kurdistan-Ziman
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza çalakiyên ziman dikin...
Bi helkevta 21ê sibatê ku ji aliyê UNESCO ve wek Roja Navnetewî Ya Zimanê Zikmakî hatiye diyarîkirin, Çar Partiyên Rojhilatê Kurdistanê (PDKÎ, Komleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê û Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê), îro 8ê sibata 2010, daxwiyaniyekek hevbeş belav kirin.
Di destpêka wê daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Giringîdan bi zimanê dayîkê, giringîdan û alîkarîkirine bi pirrengiya ziman û çandê û di rastî de nîşana rêzgirtinê ye bo kesayetiya hemû mirovan bê cudahî ye..."
Di berdewamiya wê daxwiyaniya hevbeş de, 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê balê dikşînin ser rewşa zimanê Kurdî û zimanê neteweyên din ên Îranê di wî welatî de û dibêjin: "Herçiqas ziman wek bingeheke nasnameya mirovan tê hesibandin û hebûna pirzimanî di her welatekê de sermayeke giring e ji bo geşandin û dewlemendbûna ziman, lê mixabin di welatê pirneteweyî yê Îranê de, zêdeyî 80 sal e neteweyên niştecih ên vî welatî ketine ber pêla şovînîstên desthilatdar ên Îranê û siyaseta wekhevkirin û bişaftina nasnameya netewan di bin guşar, zordestî û tundûtûjiyeke bêmînak û dijî mirovî de tê meşandin. Çarçova vê siyasetê liser bingeha yek ziman, yek çand û yek netew hatiye danîn û bi pratîk û eşkere ziman, kultûr û nasnameya neteweyên ne Fars ên niştecih di welatê Îranê de ji aliyê desthilatdaran ve dikeve ber bêhurmetiyê û bêrêzî lê tê kirin."
Di dawiya wê daxwiyaniya hevbeş de, ew 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz ji xelkê Rojhilat dikin, di vê helkevtê de van çalakiyan bimeşînin:
Li hundirê welat
1. Şagirdên dibistan, xwendekar û mamoste di wê rojê de bi cilûbergên Kurdî herin navendên xwendinê.
2. Di zanîngehan de, xwendekar pankartên taybet bi wê rojê hildin û daxwaza vî mafê rewa bikin.
3. Erkê hemû welatparêzên Kurdistanê ye ku trakt, faylên deng û reng û daxwiyaniyên derketî bi vê helkevtê bi berfirehî belav bikin.
Li derveyî welat:
Li pêşberî rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî û herwiha balyozxaneyên Îranê li welatên corbicor ên Rojava meşan lidar bixin û ji bo vê yekê doza alîkariyê ji wan bikin.
Rûdawnet



Dewrêşê Evdî...


