Albayekî din xwe kûşt(!)

Ji bo çapkirinê PDF

KNN/Tirkiye

Albayekî bi navê Berk Erdem xwe kuşt!

Li gor ragîhandina ajansên Tirkiyê Fermandarê Qereqola Sehaya Derya Başûr Serlîva (albay) Berk Erdem xwe kuştiye. Hatiye ragîhandin ku îro li Îzmîrê, bajarê Trikiyê yê li Derya Egeyê  Fermandarê Qereqola Sehaya Derya Başûr Serlîva (albay) Berk Erdem xwe kuştiye.

Li gor ajansan Serlîva bi debança xwe ya erkdariyê ve xwe kuştiye. Her çi qas bihête îdîakirin ku Serlîva jiber pirsgirêkên xwe yên malbatî xwe kuştiye jî, Dozgeriya Leşkerî dest bi lêpirsînê kir.

Berî niha jî serbazên Tirk yên rutbebilind xwe kuştibûn û taybetiya van serbazên xwekuşti jî ev e ku bi rêxistina dewleta kûr ya Ergenekonê re têkeldar in.

 

KNN/Zagros Baran

 

Comments (0)Add Comment

Write comment

busy