| 07 FEBRUARY 2010
KNN/Kurdistan
Bakûr wê di tariyê de bimîne... Li Amedê çalakiya tarîtiyê dest pê dike.
Jibo çalakiyeke nerazîbûnê, li Amedê dest bi çalakiya vemirandina lambeyan dihête kirin. Li gor ragîhandina çavkanî û medya herêmî, li Amedê 90 saziyên demokratîk yên siwîl, jibo ku bala raya giştî bikişîne ser bêhiqûqî û bêdadiya heyî, biryara destpêkirina çalakiya vemirandina lambeyan girtin.
Bi navê saziyên siwîl yên Amedê, serokê GUNSIADê Şah Îsmaîl Bedirhanoglu daxûyaniyek çapameniyê da û got, "Ev pêvajoya Rêvekirina Pirsgirêka Kurd ket nav pêvajoyeke alozî û pevçûnê.!"
Wek piştî qezayê Susurlukê "Herdem Ronahî..."
Bedirhanoglu da zanîn ku ew amadeyiya çalakiyeke piştî qezayê Susurlukê hatibû kirin dikin û jibo ku ev pêvajo ji nûve serrast bibe û bala raya giştî liser vê bêhiqûqî û bêqdadiyê bihête kişandin, ew dê dest bi çalakiyeke wisa bikin, Amedê belkî bo demeke dirêj bibe meydana çalakiya "tarîtiyê!"
Li gor vê çalakiyê Bedirhanoglu daxwez ji gelê Amedê kir, ku ew li ku derê dibin bila bibin, herdem lambeyan vêxînin û bitemîrînin. Ev çalakî di roja 9ê Sibatê dest bê dike û heta 28ê Sibatê berdewam dike. Her roj di demjimêr 20.00 de 2 lez (deqe) wê lambeyên Amedê bihêtin vêxistin û vemirandin...
KNN/Nahê Xan



Dewrêşê Evdî...


