| 07 FEBRUARY 2010
KNN/Kurdistan
"Her civakek jinê pêş nexe, nabe civakeke demokrat"
Îro sekreterê giştî yê YNK'ê Celal Talebanî li Hola Şehîd Şazad Saîb ya bajarê Silêmaniyê bi hejmareke zêde ya sazî û tevaya navendên ser bi buroya rêxistinên demokratî yên YNK'ê re civîneke berfireh saz kir.
Di civînê de kargêrê polîtburoyê Mela Bextiyar û endamê polîtburoyê Îmad Ehmed jî amade bûn, destpêkê Mela Bextiyar axaftinek kir û diyar kir ku buroya saziyên demokratîk serpereştiya 120 saziyan dike û li derve jî navendeke wê heye ku serpereştiya 53 saziyan dike.
Paşê serok Talebanî di peyvekê de ronahî xiste karê rêxisraweyiyên demokratîk û wiha got: "Divê her kes parastina demokrasiyê li Iraq û Kurdistanê bike armanca sereke ya xwe û ji bo vê yekê xebat bike. Pêwîst e hewil bê dayîn eniya demokrasiyê li Iraqê ser bikeve."
Di berdewamiya axaftina xwe de mam Celal bal kişand ser prosesa hilbijartina parlamentoya Iraqê û bi proseseke girîng û çarenûssaz bi nav kir û got: "Niha li Iraqê li ser federaliyê berberiyeke xurt heye. Her wiha çend madeyên destûrî hene ku peywendiya wan bi federaliyê ve heye û hêj nehatine bicîhanîn."
Serok Talebanî her wiha bal kişand ser peywendiyên navbera saziyên demokratî û rêxistinan û wiha pê de çû: "Divê ew peywendî li ser prensîba hevpeymanî û hevkariyê be. Her wiha divê peywendiyeke dostane be."
Mam Celal qala giringiya pêşxistina saziyên demokratî jî kir û wiha pê de çû: "Divê saziyên demokratîk di pêşxistina jinan û gêncan de roleke aktîv bilîzin. Li her civakekê jin neyê pêşxistin û giringî bi karînên wê neyê dayîn, ew civak ne pêş ve diçe, ne jî dibe civakeke demokrat."
Mam Celal di heman çarçoveyê de amaje bi pêwîstiya pêşxistina jin û gêncan kir ji bo gihîştin bi serkirdayetiyê û got: "Bo ku xwîneke nû bikeve nav serkirdayetiyê." / Pukmedia



Dewrêşê Evdî...


