| 07 FEBRUARY 2010
KNN/Zanistî-Tirkiye
Prof. Dr. Ilber Ortayli : "Ji bilî leşkerî çi hunereke Tirkan nîne..."
Mûdîrê Mûzexaneya Topkapî ya Stenbolê dîrokzan Prof. Dr. Ilber Ortayli bi îqrar kir: „Ji bilî leşkeriyê çi hunereke me Tirkan nîne."
Ortayli yekî navdarê Tirk yê dîrokzan e û wî ev car beşdarê civîneke bi navê Bingehên Dîrokî yên Dewleta Tirk bû û bîr û boçûnên xwe li ser vê mijarê gotin. Ortayli bi pesindana hunera yegane ya Tirkan ya leşkeriyê xist pêş û got, „Di dîroka me de hunera wêne, pêker, mûzîk û feylesofî nîne, hunera me ya herî mezin û yegane leşkerî ye."
Helbet di axifitna Ortaylî de armanc pesindana hunera leşkerî ya Tirk bû, lê wî bi vê axiftina xwe ve hem rastiyeke heta niha veşartî aşkere kir û hem jî di destpêkê de gotinên Kurdan û mûxalifên çepgirî yên rast piştrast kirin. Bi vê yekê re jî nema, Ortayli bi vê daxûyaniya xwe ve hemî sîstema fermî ya zanistiya Tirkiyê ser û bin kir. Jiber ku ji dema Mustefa Kemalî û pêve teroiyeke çêkirî ya bi navê „Bîrdoziya Zimanê Roj" û „Berdewamiya Şaristaniya Sûmer; Tirkiye" pûç kirin. Di zanîngehên Tirkiyê de pir îdîayên qaşo zanistî hebûn ku destpêka felsefe, ziman, çand û hemî hûnerên ciwan bi rêya Sûmer-Tirk, ji çanda Tirkan hatiye. Jiber îsbatkirina vê bîrdoziya sexte Mustefa Kemalî di dema xwe de hem zanîngeheke bi navê „Xwendgeha Ziman-Dîroh û Cografiya" û bankayeke bi navê „Sûmerbank" û her wiha saziyeke „zanistî" ya bi navê „Saziya Dîroka Tirk" avakirbû. Bi daxûyaniya Ilber Ortayli niha gengeşiyeke li ser vê mijarê wê dest pê bike û derewa bi deh salan hatiye avakirin, wê yek bi yek bihête hilweşandin.
„Şiûra dîrokî ya Tirkan kêm e"
Ortayli axiftina xwe wisa berdewam kir: „Jibo ku miletekî daîm bi ser keve divê şiûreke wî ya zexim ya netewî hebe. Di dîroka me de jî hunera me ya herî mezin leşkerî, sazkirina civakê û dewletê ye. Divê em vê taybetiya xwe çi caran kêmtir nekin, leşkeriya xwe berjêr nekin. Jiber ku ji bilî vê taybetiya mezin çi tiştekî çandî û ramanî ya me nîne. Bo nimûne di dîroka me de berhemên mezin yên felsefî, zanistî, mûzîkî, wêneyî û pêkerî nîne, kesek ji me di van beşan de li cîhanê navdar nebûne, jiber ku nîn in. Lê zilamê dewletîbûn û leşkeriya bilind di dîroka me de her heye û me hemî dewlet û şaristaniyên xwe bi vê taybetiya mezin ve avakirin."
„Di me de fîlozof nîne, mûzîkvan, pêkervan, wênekêş nîne, em bes ji leşkeriyê fêm dikin."
Ortayli di dawiya axiftina xwe de îdîa kir ku divê Tirk nijatperestiya xwe, hunera mîlîtarîzma xwe paşve nekişînin, ji van taybetiyan şerm nekin, leşkerî û artêşa xwe biçûk nebînin, bilekîs bi zexmî ve li van taybetiyên xwe xwedî derkevin...
Ev yek ji aliyê îqrarê de nûçeyeke yekemîn ya Tirkiyê ye û hemî derewên di derbarê dîrokî de serûbin dibin. Ya din jî, gelek balkêş e, yekî dîrokzan û zanist bi nasyonalîzm û mîlîtarîzmê ve pesnê miletê xwe dike û vê yekê diparêze...
KNN/Bavê Gazîn
Chavkanî: Hur Haber



Dewrêşê Evdî...


