| 03 MARCH 2009
Sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê-2-
Pêsgotin
Sunetkirina keçan, girêdan û kontrolkirina hîsên jinantiyê ye. Ji baweriya dîtina jinê, weke mal û navgînek kêfxwesiyê, tê. Encamên pêserojê nayê hizirkirin. Nexwesiyên bedenî û rûhî nayên hesab kirin. Xeyal û evîndariya jinan nabe cihê lêpirsînê...
Em ê bi vê dosya taybetî rastiya sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê bînine holê. Istatîstîkên li ser herêmê, dîtina kesên bûne qûrban û pisporên pirsê bikin mijara xwe. Armanca ew e ku, rastiya li Kurdistanê bê dîtin. Rê li ber girtin ku, ev nexwesî û hovîtî derbasî perçeyên din nebe. Ji Hikumeta Herêma Kurdistanê bixwazin ku, rê li ber sunetkirina keçan bigire. Komîsyonek çavdêr ava bike. Birîna jinên birîndar derman bibe. Qesabên keçên biçûk bi hiskî ceze bike.
Di besê 2:em de, em ê hevpeyvînên bi rêvebirên dezgeha navnetewî "WADI e.V. - Verband für Krisenhilfe und solidarische Entwicklungszusammenarbeit" pêskêsî we bikin. Wadi ji bo mafên jin û zarokan, baskirina rewsa zindaniyan li Kurdistanê karên giring dike. Her wisa bi îstatîstîk, "mobile team"ên jin û çalakiyên wan li ser pirsgirêka sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê jî, tê nasîn.
Navenda Wadiyê li Frankfurt a Elmanyayê ye. Navendên wê yên xebatê pir in. Me xwe gehand navendên Wadiyê li Ewropa û Kurdistanê. Dostê hêja û rêvebirê Wadiyê birêz Thomas v. der Osten-Sacken bi germî nêzî me bû. Birêz Arvid Vormann ji me re bû alîkar. Ji Silêmaniyê hêja Suad Evdirehman li ser gelek pirsan zaniyariyên giranbuha da me, me ronî kir.
Ji bo dostaniya rêvebirên Wadiyê, xebat, nêzîkbûn û hevkariya wan gelekî spas. Em bi xebatên we serbilind in.
Wadi:
Tunekirina sunetê ji Kurdistanê dê wext bigire
Gabar Çiyan / Zarathustra News
- Ji kerema xwe re li ser Dezgeha Wadi û armanca wê me ronî bike...
Wadi di sala 1991 de bi besdarbûna gelek kesan, di dema buyera Xelîçê, bi besdarbûna projeyan li Iraqê û basûrê Kurdistanê, ava bûbû. Thomas yek ji wan kesên besdar bû. Wê demê xwendevan bû û li basûrê Iraqê ji bo "Christian Relief Projekt" dixebitî. Ew bû sahidê rastiya hiskiya li welatî û li aliyê din mecalên guhertinê jî li wir didît. Mecalên guhertin û pêsketinê bêhtir li Herêma Kurdistanê hebû û Wadi li wir di 1993 an de projeya pêsî da dest pê kirin.
Wadi wê demê de li gorî armancên gavbigav pês ket. Wisa hatibû hizirkirin ku, li Rojhilata Navîn û Ewropayê karê polîtîk di gel alîkariya pratîk bihata rêvebirin. Wadi, polîtîka Elmanya ya li hemberî penaberên ji Iraq û rojhilata navîn jî bi hiskî rexne dikir.
Wadi ji bo pêsketina demokrasî û asitiyê li Rojhilata Navîn ku herêm dîktatorên xwe gelek in, dixebite. Li gorî xebatkarên Wadi, civata ku xebatên xwe eskere û vekirî be, ew ji bo qonaxa pêsxistina demokrasiyê xwedî rolek mezin e. Ji bo guhertina civatê armancek Wadi heye: Pistgiriya kesên bindest û bûna dengê wan. Wadi giraniya xebata xwe dide jin, zarok û girtiyan.
Wadi di 16 salên dawiyê de alîkariya jinên birîndarên lêxistin û hiskiyê kir. Destê xwe dirêjî wan jinan kir ew ji ber pirsên namûsê di bin tehdîdê de bûn. Wadi mecalên xwe fêrkirina xwendinê û kursên perwerdeya meslekî ji bo jinan organîze dike. Wadi ji bo destpêkirina wesanên radyoyî alîkarî pêskês kir.
Wadi 2004 an de buyera sunetkirina keçan li Kurdistanê derêxist holê. Ji wê demê heta nuha ji jiholêrakirina wê piralî dixebite: Destpêkirina kampanyek eskere li dijî sunetkirina keçan. Kampanyek polîtîk ji bo ku parlemento bi qanûnekî sunetkirina keçan qedexe bike û weke sunetkirinê weke suc îlan bike. Em bi alîkariya Mobîl Teama Wadi giraniyê bidin belavkirina zaniyariyê û perwerdê.
- Hejmara keçên li Herêma Kurdistanê tên sunetkirin çiqas in?
Li ser hejmara sunetkirina keçan di destê me nexseyek heye. Nexse li gorî kêmbûn û zêdebûna buyerên sunetkirinê aktîf e, tê nûkirin. Kesên bixwazin dikarin di malpera www.stopfgmkurdistan.org ê de pêsketinê bisopînin.
- Rêya lêgirtin û çareseriya rawestandina sunetkirina keçan li Kurdistanê çiye?
Pirsek bas e. Em gelekî bi erênî nêzî pirsê dibin, lê dinêrin. Xebata çend salan ji nuha ve dest pê kiriye ku fêkî bide me. Di 2004 an de, dema me, qala xebata li dijî sunetkirina keçan dikir, ji me re dihate gotin ku, em dikarin ji ber pirsê bêne kûstin. Lê civata Kurdan nîsan dan ku ew têra xwe tê gihçtî ne û dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Nuha gelek kes di medyayê de niqasa pirsê dikin. Hikumeta Herêmê jî eleqatek nêz nîsan da ku ew dixwazin pirsê çareser bikin. Li gorî raporên Mobila Team, gelek gund pistî perwerdeyê nema keçan sunet dikin.
Îro bi saya medyayê gelek rûnistvanên gundan zanin ku sunetkirina keçan dibe sedema seqetkirina wan. Lewma jî pistgiriya xelkê bo me zêde dibe û Gelê Kurd xwe amade dibîne ku sunetkirina keçan bi cî û li dawiya xwe bihêle.
Lê (ji bo rawestandina sunetkirinê) rêyek dirêj li pêsiya mirovî heye. Mirov hêvî dike ku Hikumeta Herêmê besek ji bersiyartiyê hilgire ser milê xwe û serê li dijî sunetkirinê bi xwe bike.
Suad Evdirehman:
Ji ber sunetkirinê li Kurdistanê % 60 jin û keç seqet bûne
Gabar Çiyan / Zarathustra News
- Suad Evdirehman kî ye? Hûn bi çi karî dadikevin?
Suad li bajarê Silêymaniyê bi dezgeha Wadi re dixebite û li wir rêvebiriya projeyên jinan dike. Xwedî tecrube ye û tecrubeya wê ya bi salan pista xwe dide xebata bi jinên li gund û bajaran.
Wadi yek ji wan insiyatifgiraye ku kampanya li dijî sunetkirina keçan li Kurdistanê "StoppFGM" daye destpêkirin. Suad ji wê demê heta nuha bi xurtî li dijî sunetkirina keçan dixebite.
- We çima kampanya "StoppFGM" da destpêkirin?
Di sala 2004 an de, komek me ku jinan pêk dihat derêxist holê ku sunetkirina keçan li Kurdistanê, cihê germiyanê pês dikeve, belav dibe. Lê di destê me de li ser berfirehiya pirsê zaniyarî tune bû. Me biryar da ku kampanyayê bi hev re bidin destpêkirin.
Îro, pistgiriya kampanya me di nava kurd û çandên din de zêdetir dibe. Dezgehên netewî û navnetewî li ser pirsê kurtir dibin...
- Pirsa sunetkirina keçan li Kurdistanê pir ciddî ye, an na? Hêviyên we ji Hikumeta Herêma Kurdistanê çi ne?
Belê pirs têra xwe ciddî ye. Ji ber sunetkirinê ji % 60 keç û jin seqet bûne. Îro jî gelek jin û keç seqet dimînin.
Em li benda wê ne ku, Hikumeta Herêma Kurdistanê pirsa sunetkirina keçan ciddî bigire û li dijî wê raweste. Divê pirs were rojeva Parlementoya Kurdistanê û parlemento qanûnekî ku sunetkirina keçan qedexe bike, derxîne.
Li dijî sunetkirina keçan li Kurdistanê, pêwîstiya me bi pistgiriyê heye. Em li benda wê ne ku, hemû kes û dezgehên fermî û ne resmî li dijî vê metoda barbarî dengên xwe bi me re bilind bikin.
Li gorî Stopfgmkurdistan rewsa Kurdistanê
Stopfgmkurdistan:
Sunetkirina keçan suc e ne çand e
FGM tê wateya sunetkirina keç û jinan. Di dema sunetkirinê de, ji organên wan yên cinsî, cihê herî hesas "klitorîs" (zimanê biçûk) tê jêkirin. Bi jêkirinê, zewqa wan ya cinsî tê korkirin. Da ku keçbûna wan, anku namûsa wan heta dema zewacê bê parastin.
Pistî sunetkirinê, gelek aliyên neyênî û pir xirab pêk tê. Besek ji keçan di nava xwînê de dimînin, brînên wan mîkrop digire û dimrin. Rûhê hinekan ji wan birîndar dibe. Herdu alî jî demek dirêj, pêserojê, di dema zewac û hemîlebûna wan de bi problemên mezin têne hemberî hev.
Sunetkirina keçan û xetera mirinê
Keçên biçûk ku emrê wan 4 û 12 an de ne têne sunetkirin. Li cihên ne eskere operasyonên sunetê dibin. Organ nayê pûçkirin. Aletên sunetê, cilêt û cuzan nayên kelandin û bi mîkroban barkirî ne. Keç tê tazîkirin, li ser çoka pîra wê û bi alîkariya kesên li wir tê girtin, girêdan anjî kontrolkirin. Zimanê organê tê jêkirin. Keç di nava gola xwînê de dimîne. Jibo ku herikandina xwînê bê rawestandin, xweliyê bikar dihênin. Gelek caran keça biçûk li ser qalibên qesayê (buz-ice) rûdine...
Pistî sunetkirinê gelek keç dimrin. Yên namirin jî hetanî dawiya emrê xwe serê nexwesiyên rûhî (psîkolojîk) dikin, anjî bi nexwesiyên din re dijîn.
Jinên ku bi rêya "mobile team" dixebitin û hevkarên Wadi ne di sala 2004 an de qala pêkhatina sunetkirina keçan li aliyê Germiyanê, ku dikeve basûrê Silêmaniyê kirin. Kurbûnên li ser pirsê derêxist hole ku, gelek jin ji ber sunetkirinê seqet mane. Mobile Team jibo ronîkirina pirsê li herêmê, bi 1500 jin û keçên ciwan re qise kir, hevpeyvîn pêkanîn. 907 kes ji wan bûbûn qûrban û hatibûn sunetkirin. Pasê li Erbîlê lêkolînek pêk hat. Derket hole ku ji 440 jinan, 380 ê hatine sunetkirin.
Jibo ku rewsa jinan li basûrê Kurdistanê bi gistî derkeve hole dezgeha Wadi di 2007 an de dest bi lêkolînek fireh kir. Ji dever û malbatên cewaz, zêdeyî 1800 jinan re rûnistin û li wan guhdarî kirin. Zaniyariyên destpêkê wisa nîsan didin ku sunetkirina keçan û jinan pir zêde ye. Li hinek deveran ji % 60 û li deverên din % 100 hatine sunetkirin. Tenê li Duhokê kêm e, ji % 10 e.
Encama li herêma Pisder û Raniyayê wêneyek dramatîk li ser rewsa nîsanî mirov dike. Ji Adarê hetanî dawiya tebaxa 2008 an, li 50 gundan û 25 dibistanên keçan 115 serdan pêk hatin. Li Raniya bi 2952 jin û keçan re hate qisekirin. Ji wan jin û keçan 2810 kes ji ber sunetkirinê, brîndar û seqet mabûn. Anku ji % 95 bûbûn qûrbana sunetbûnê.
Kêmbûna zaniyariyê rê ji sunetkirinê vedike
Li Herêmê, mîna gelek pirsên cinsîyetê, sunetkirina keçan jî pirsek tabu ye. Êsa jinê bi bêdengkirinê hatiye fetisandin /sînorkirin. Seqetbûn û êsên sunetê ji aliyê rûnistvanên herêmê ve weke pirsgirêk nayê dîtin. Ronîkirina rûnistvanan û jinan li ser pirsê karekî pir giring e.
Nezanî û kêmbûna zaniyariyê rê vedike ku sunet bibin. Li gorî hinekan sînorkirina nexwesî û mîkrobiyan karekî dijwar e. Besek jî pê bawer in ku sunetbûyîn jibo musilmanan ferz e û dive bibe.
Berdewamî û nerawestandina sunetkirinê pista xwe dide nêrîna li jinê. Jin bi gistî weke mal,û mulkên mêr dihejmêrin. Jinên serbixwe, û keçên zana xwe weke kesekî serbixwe dibînin. Pêwsîtiyên xwe bas zanin û hîsên xwe teslîmî çi kesan nakin. Kesên wisa ne hêsan e ku ji wan re bibin qûrban.
www.eurokurd.net
Çavkanî jibo zaniyariyê:
www.wadinet.de/index.php
www.stopfgmkurdistan.org







