| 19 NOVEMBER 2009
Zeynel Abidîn Han
Ez vê yekê dizanim,
We li me zulim kir û me jî kişand, helbet em ji we zêdetir gunehkar in, jiber ku me pejirand. Lê bi tiştekî ve em dikarin gunehên xwe kêmtir bikin. Divê em vê zulma we jibîr nekin û divê hûn jî qet nehînin bîra xwe, ku jiyan heyfa xwe li we bihêle...
Na xêr, nahêle, ez ji niha de jibo we xemgîn dibim, êşa we ji ya min xiravtir be, jiber ku dostên êşa we nine û qe nabe jî...
Jiber ku em ji bîr nakin, ew ji bîr nabe...
Destpêk
Salên şewatê
Ew sal dihên bîra min, dilê min dihêşe, mîna ku di nav daristaneke tarî û bêkês de mame, wisa bêkes û bê heval, bi tenê me, û dixwezim bigrîm, lê nikarim.
Belê, ew salên xirav dihên bîra min. Ji nişka ve dihêm ser xwe û dixwezim ji wan salên hefsê qet nehînim bîra xwe, jiber ku dizanim êşa ser dilê min zêdetir bin, dizanim girîna hundirê min zêdetir be, lê nikarim xwe bigrim, dest nivîsîna wan salan dikim.
Xwe bi xwe dibêjim, ev derd mirov îflah nake û ez nikarim serboriyên reş û hişk yên wan salan bes bi xwe re ji vê cîhanê koçê wî alî bikim. Belkî dê çi kesek min rast û baş tênegîhîjin, belkî gelek kes wê bixwînin û bêjin, „te jî gelek avêtine lo!" bila be, divê ez binivîsînim.
Jixwe derdekî min yê bi îqnakirina xelkî nîne, bi min bawer bikin yan jî nekin, ew derdê we ye, ne yê min, ez vê kiryara hanê ku bi rastî jibo min jî ne tiştekî dilxweşiyê ye, ne jibo we, bes jibo dilê xwe yê sêwî, bêkês, birîndar û şikiyayî dinivîsînim. Eger dilê we jî sêwî be, mîna zarokek sêwî, di şeş saliya xwe de bê dayik maye, ku ew bi hişê xwe yê şeş salî jî pir baş pê dizane ku ew bi bêdayik-mayînê ve êdî mîna teyrek baskşikestî be û di navbeyna derya reş û asîmanê tarî de heta hetayî bê evîneke parastinê bifirie bifire bifirie.
Eger dilê we jî mîna yê min bêkês, birîndar û şikiyayî be, yan jî em bêjin di jiyana we de bes yek kesek ji hezkiriyên we û bes bo carekê be jî, di rewşa dilê min de mabe û we bi rastî pir jidil û can xwestibe ku wî dilî fêm bikin... Belê wê çaxê îhtîmala pêkanîna armanca nivîsandina van hevokên xemgîri çêdibe û ev îhtîmal ji hezaran yek jî bibe hêja ye, jiber ku mirov û dilê mirov hêja ye.
Bo mînak, eger hûn ji min re bihêlin, ez dê bi rojan rakevim û şevan hişiyar bim, jixwe gelek caran jî wisa dikim, her çi qas di jiyana rojane de gelek tişt wenda bikim jî ev yek pir xweşa min dihê, lê mixabin nikarim wê jî bikim, jiber ku, bi tenêbûn di şevê de heye, yanê ez dikarim şeva xwe bes jibo xwe bijîm, lê nebaşbûneke din ya vê carê jî tarî ye, jiber ku ez ji tariyê hez nakim, na na, qe kes jê hez nake, ez ji tariyê ditirsim, nifret dikim.
Welhasilî niha çi bêjim derew e, bes rasti-yeke min heye, her gav dilê min dihêşe û qet min guhdarî nake, yanê bi daxwezeke din ve dijî û ez jî bi daxwezdeke din, em ya hev nakin. Ew mîna xwe dike, ez mîna xwe û pir caran di dawiya vê cûdabûnê de ew dihêşe û ez jî digrîm...
Bes êşa wî û giriyên min, me dihîne cem hev û em di nav hûcreyeke tarî û biçûk de (mîna di hefsa min de) hevûdu hembêz dikin, wisa dimînin...
Eger jibo we nirxa vê yekê hebe, ez dixwe-zim behsa hestên xwe yên piştî çend dem-jimêrên derketina ji hefsa Amedê bikim.
Belê belê, ev yek girîng e, jixwe ez yekser ji hefsê derneketibûm, yanê serbest nehatibûm berdan, bes bi hevalekî xwe re bo hefseke din dihatim birin, ez behsa wê demê dikim; yanê dîsa destên me kelemçekirî û di ber serê me de polêsên adliyê, gava em bi vî halî ji hefsê derketin berev nav bajarê ketin rê, belê ji dil dibêjim, bawer bikin, min ji hebûna xwe şik dikir...
Na na, ez ne ew kes im, na na, ez ne ez im û hevalê min ne hevalê min (Mendo) e, her çi qas destên me kelemçekirî be jî, waye du polês bi me re di erebê de ne û bi me re qise dikin (nadin xiberan wisa heqareteke mezin nakin, ma bikin jî çi bibe û em dê çi bikin) lê mabesta min çi ye ma hûn dizanin? Bi halê kelemçekirî û berev bi hefseke din diçin, belê em du girtî diçin û ez nikarim bo we bêjim ku çi qas û çi qas bi heyecan im û bawer nakim... Mêze polês dikim, bi girnijîneke pir biçûk û nediyar li min dinihêre û dipirse:
"Çi bû, te çima mêzekir?"
„Nizanim memûr beg, hema wisa!"
Polês ev car bi rewşeke germ keniya û got;
"Xeman nexwe, hûn ji dojehê filîtîn, xeman nexwin... Xweda alîkariya we kir, çavê we ronî be..."
Polêsê din ket navber:
"Derbas bû, derbas bû! Xwedê hûn xilaski-rin!"
Mînîbûs em anîn ber baxçê baregeha na-venda bajarê û serinceya min ya hefsa Amedê li wê derê bi dawî bû...
Belkî jî dest pê kir...
***
Ez jibîr nakim, ew ji bîr nabe
Rojeke havînê bû, di nav erebeya cinazê ya leşkerî de em sê kes yên destên wan ji para kelemçekirî û bi hev girêdayî bi teq û reqînên erebê berev hefsê diçûn. Jixwe navê wê hefsê jî di mejiyê me de bi nav û deng e, hefsa Amedê di wan deman de wek „zîndanên 5 Nolî" bi nav deng bûbû. Eslen cemseyeke leşkerî bû lê berî ku me li wê erbebê bikin, di qaûşa me ya cîhê binçavkirî de ku jê re digotin Îstîkam, hevalekî min yê wê derê ji min re gotibû, „Gava we dibin hefsê ew dê we li erebeya cinazê bikin, di leza ewil de eger dikarî xwe hînê wê erebê bike!" Hevalê min yê bîst rojan, bîst rojan me mîna herdu bira bûn, nivînên me li gel hevbû, me pêkve xwerin dixwerin, suhbet dikirin... Mirovekî pir ezîz bû, jixwe ji wê û şûnde min ew nedît. Xortekî pir hêja, jidil, şoreşgerekî ji KUKê ji Batmanê bû. Ew demeke dirêj li 5 Nolî mabû û paşê serbest hatibû berdan. Lê çi serbestî, hîna neçûye der ji nû ve binçavkiribûn û anîbûn Îstîkamê. Jixwe wî digot, „Bira çer hebe piştî çend rojan em dê li 5 Nolî hevûdu bibînin. Xe-man nexwe.„ Min jî digot, „Bira, Xwedê neke, madem ez diçim, qe nebe tu nehê, ma tu hindik mayî li wê derê."
Em pêkve keniya bûn... Wî nizanim, lê jibo min, min dê ji kû zanîba ku ev keniya min ya dawî ye û belkî bi du salan bes rojekê jî ez dê nekenim...
Di nav erebya cinazê de çend leşker hebûn, texmîn dikim qasî deh lez (deqe) me dengê wan nebihîstin, yan jî em bêjin dengê wan wisa hişk nebû, bê deng bûn yan jî me wisa hîs dikir. Lê piştî deh lezan bi yekser dengê leşkerên li cem me pir bilind bû. Diqêriyan:
„Kurê qehpiyan, vaye em hatin nêzîkî hefsê, xwe amade bikin kurê bênamûsan. Hûn dê bibînin em dê çawa li we tecawiz bikin, hûn dê leşkerê Tirk li vê derê nas bikin, xayînên welatê me yê bihişt, hûn dê bibîn."
Yekî din jî dest pê qêrînê kir û di heman demê de bi copê xwe ve li serê min dixist:
„Kuro, dijminê miletê min, tu dê niha bibînî ku dijderketina leşkerê Tirkê bi şeref çi ye?" Dema diqêriya copê xwe jî mîna bê hemdê xwe û bi hemî hêza xwe ve li ser milê min, serê min, rûyê min dixsit. Piştî çend darbeyan ez hem dihêşiyam û jiber vê min jî dikir qîrîn, lê min wisa texmîn dikir ku ew dê niha piştî çend darbeyan biraweste, lê min xeletiyeke mezin kir. Min texmîn kir û min nedizanîbû ku di jiyana min de piştî vê lezê êdî hemî texmînên min wê derew bin û divê ez qet xwedî hêviyekê nebim. Helbet di vê gavê de li herdu hevalên min yên li cem min jî dixisitin, lê jiberku çavên me bi pîneyên reş û qalind hatibû pêçan, kes kesek nedidît, lê deng û nalînên me tevlî hev dibûn.
Di erebeya cinazê de yekemîn şoka me hîna derbas nebûbû, ku yekser deriyê paş erebê bi dengekî wek teqînê vebû. Çavên me hîna girtî bû, lê bi vekirina deriyê ve ronahiyeke zirav û zeyîf li ber çavên me ketibû. Qêrînên bêtir bilind û hişk ji jêr dihatin evcar. Bi Tirkî çêrê me dikirin:
„Van berxan pêya bikin!"
„Way way way, tu li van keçan binihêre, keçên xama, way way..."
"Çavê xwe veneke qunde, tu jixwe ya min î, were hûndir ez dê çavên te jî vekim, cîhên te yên din jî!"
Êdî şokeke din me çi nekir, jiber ku di şokê de dema pêş û paş divê demeke aramî be, jiber ku me qet tiştekî êdî seh nedikirin, êdî hêdî hêdî me fêm dikir ku em vaye dikevin orta cihenemê...
Em hersê kes wek çewalên kartolan ji jor de hatin avêtin. Hevalêkî min di ser min de ketibû, solê wî hatibû rûyê min û lêvên min xwîn dikir. Leşkerên hefsê li gor dengên wan bi ya min wek qelebalixiyeke pir mezin dihat. Ji min wetrê sed dused leşker li ser me kombûne. Bi gurmik, cop û dar û bi lêdanên bê ser û ber, em çawa ji erebe hatin pêya kirin çawa di demeke wisa kin de em anîn bûroya hefsê û çavê me vekirin, min bi xwe qet tiştekî fêm nekir. Li gor şewata dojeha em tê de, diviyabû hemî hestên başî ji laşê min derketiba û çûba, lê dîsa jî di dilê min de di koşeyeke biçûk de hêviyek hebû ku ev lêdan û berjêrkirin wê çend lezan bikişîne û paşê em dê herin qaûşan û ji van zalimên bê merhamet û bê hîzan rizgar bibin.
Ka min di destpêkê de gotibû min bi texmîna yekemîn ya li vê hefsê ve xeletiya herî mezin ya jiyana xwe kiribû, mixabin min xeletya dûyemîn ya jiyanê jî kir.
Lê we hişiyar bikim ku ji vê û pêve ez wisa xeletyia bikim ku êdî hêjmara wan ne mûmkûn be, jiber ku hêjmara kiryarên herî hovane yên vê hefsê nahête hêjmartin...
Li bûroya hefsê, li cîhê qeyîdkirina girtiyan çavê me vekirin, yan jî ez wisa dizanim, belkî di vê hengameya lêdana me de ew bixwe jî ji çavên me şiqîtîbûn û ketibûn, lê em êdî di bûroya sedvan (yüzbaşî) Esat Oktayî de ne. Belê, hîna em nehatibûn vê derê, me navê vî zilamî dizanîbû, Esat Oktay navdar bû di mejiyê hemî girtiyên binçavkirî yan jî kesên li dewr û berên Amedê bi fîrarî dijîn.
Yekî çavkesk bû Esat, rûyekî wî yê sor û dirêj hebû, hinek jî kose xûya dibû, lê ne kose bû. Porê wî çûr û sêyrek, çavên mezin û vekirî, yekî kin bû jî, yanê nêzîkî erdê bû. Lê serê wî daîm çikandî, mîna ku bi zanebûn dixwest xwe wisa bide xûya kirin, ma ne ew Tirk e û divê daîm serê wî li jor, nihêrînên wî mîna baz be. Jixwe piştî çend lez ku nav û paşnav li me pirsiyar kir, êdî dawî li wan karên bê mane anî û wisa got:
„Em Tirk kurê Tirk in, hûn jî Tirk in, lê we xayîntî kir, em dê we serrast bikin, eger hûn ji wir derkevin, jiberku ez qet texmîn nakim, hûn dê bibin Tirk kurê Tirk, ji hemî hest û hizrên bênamûsî, kirêtî û xayîntiyê zelal bibin û bibin Tirk."
Li gel wî serbazekî, çawûşekî û du leşkerên din jî hebûn. Esat emir da wan û got, „Hadê kurê min, van bikin mirov..."
Bi vê fermanê ve hefis hilweşiya, mîna ku ji jor de aşîteke ji agir di ser me hersêyan de dest bi barînê diki, na na lehiyên ji agir di ser me re dihat û em wenda dibûn û diçûn...
Serbazî ferman da me:
„Cil û berg, hemiyan derxînin."
Me dest bi derxistina cil û bergên xwe kirin. Li her aliyên me leşkerên gardiyan yên hefsê tijî bûne, her yek darekî, copekî, kulmekî li me dixe. Me di nav çend lezan de cil û bergên xwe derxistin. Di nav lêdan, heqaret û çêr û xiberan de her tiştê me geriyan û paşê şal, kiras û êşlîkên me dirandin, hindurê astarên wan mêzekirin. Di nav çend lezan de cilên me jî mina me hincirandî bûbûn.
Belkî hûn dê bawer nekin, cil û bergên min bi halekî hincirandî û dirandî li ber lingên min bûn û min bo deqeyekê li wan û li laşê xwe yê sor û morbûyî, dev û pozê xwe yê xwînkirî mêzekir, gunehê min di jiyana min de cara yekemîn bû ku min bi xwe û laşê xwe hat.
Gunehê min bi laşê min hat gelî xwîşk û birayan...
Êdî nîv demjimêr bû, demjimêrek bû niza-nim, di demeke wisa de me belki bi sedan gurmik, dar û payîn xwerin. Em her sê... Ji me re dibêjin (gava ew li me dixin) marş bêjin. "Her Turk asker dogar" (Her Tirk leşker dihê cîhanê). Jixwe halê me yê axiftinê tunebû, ji aliyekî ve jî me dixwest em fêm bikin ka ev çi ye dihê serê me, em ji kû de ketin vê derê? Em di xewnê de ne yan rastiyeke wek agir ketiye ser laşê me û em naxwezin pê bawer bin ku zulim ew qas jî çêdibe.
Em ji korîdoreke dirêj gerandin û dîsa bi lêdan û payîndan û gurmikan em anîn binê merdîwanekê. Li wir em sekinandin û em hersê laşên tazî û ji serî heta pê xwînkirî û werimandî, belkî jî cara yekemîn bû li hev dinihêrîn û ev car jî gunehê me bi hev dihatin. Serbaz li hember min bû. Ji min pirsî:
"Sûcê te çiye lawo?"
„Sûcê min tune!"
Ev bersiv bû sedema gurmikeke pir bi hêz ya li hinarika min û ez bi laşê xwe yê zeyîf-mayî di erdê re dirêj bûm. Wî ez rakirim û dîsa pirsiyar kir:
„Sûcê te çi ye? Tu ji kîjan rêxistin hatî sûcdarkirin?"
„Ez bê sûc im!" min got. Mîna nîv xerikî bûm, lê qet mineta wî nebû, lêdana xwe dewam dikir, çend gurmik dîsa avêtin dev û pozê min. Min di emrê xwe de cara yekemîn dît ku xwîna min ew qas gumrah û ew qas soreke germ e. Yek jî dîsa min di jiyana xwe de cara yekemîn fêmkir ku gava hêsir û xwîn tevlî hev bibin, xwîn qîmeta xwe çawa wenda dike.
Serbaz yekî dirêj û bi hêz bû, Milên wî mîna qayîş, girameke goştê nerm tunebû belkî. Di nav wê dojeha laş û giyanê xwe de min ev rewşa wî nirxand xwe bi xwe û min got, „Belkî mîna min bi hezaran însan ji van gurmikên bi milê wek qayîş ew lêdana bêhesab xwerine û jiber vê yekê ev serbaz ji boksorekî zexmtir e."
Paşê ez dê fêrbibûma ku navê vî serbazî yê di nav girtiyan de „boksör astegmen" (serbazê boksor) hatibû dayîn.
Di wê navberê de serbazî berê xwe da hevalê min yê zirav, xortê ji Erganî, xortekî di salê min de bû lê ji min zeyîftir bû, halê wî jî ji min rebentir dihat xûyakirin. Di nav tûrîka wî de xiyarekê derketibû, xiyareke mezin û qalind. Serbazî ew xiyar xist devê wî û got;
„Lawo di nav sê nişkan de(sê saniye) tu dê vê xiyarê bixwî û biqulibînî."
Lê ne bi derfet bû. Ji sê par bes parekê di devê wî de bû, du par li derve. Çawûşê li gel serbazî jî bi destê xwe ve zorê dida xiyar ku heta dawî di qirika wî de biçe. Girtiyê reben ew mabû bixeniqe.
Serbaz ji min re got:
„Lawo lêbixe ku bila xiyarê bixwe."
"Ez nikarim lêxim"
Gurmikekê dîsa di devê min de.
„Kurê qehpeyan, berê biaxifî bêje komûtanê min."
„Ez nikarim lêxim."
Gurmikeke din. Evcar çawûş û du leşker hatin dora min, dîsa laşê min ket nav agirî, aliyekî de çawûş bi gurmikan serçavên min dixe, li alîkî de jî gardiyanên din bi darên xwe mil û çipên min diperîtinin. Min deyax nekir, ez giriyam, bi qêrîn û hawaran digrîm.
Serbaz got:
„Li vî hevalê xwe xe, bes şîrmaqeke bavêje, bes e, wê çaxê em te berdidin. Lawo mêzeke dixeniqe."
"Ez nikarim" min got.
„Destê xwe dirêjke kurê qehpê, min... Detsê xwe dirêjke, ez dê te .....im niha!„
Min destên xwe dirêj kirin. Darekî di destê wî de, darekî çar koşe, mîna milê wî saxlem û hişk, li ser darî de nivîsek heye:
„Ye benî Haydar!" (Min bixwe Heyder!)
Min di wê lezê de fêmkir, derketina ji vê hefsê bi saxî û silametî tune ye, lê bi rûmet belkî hebe û yekser min biryara xwe da. Ew dê çi bikin, ez dê li vî hevalî nexim, çi dibe bila bibe...
Bîst caran li destekî min xist. Min jibîr kiribû ku destê xwe biguherînim, wî bi çavê xwe ve îşaret kir. Min destê xwe yê çep ev car dirêjkir. Di nav lepê min yê çep de jî bîst dar rabûn û daketin. Nav destê min bûbû wek guzekî mezin...
Ez bi hewla canê xwe qêriyam.
„Bes e, lo bes... Ma hûn însan nînin..."
Lêdan şideta xwe zêdetir kirin, ka min ji kû ve zanîba ku min sûcê herî mezin kiriye û ji leşkerên Tirk pekiyame û min gotiye, „Ma hûn însan nîn in?"
Serbaz got:
„Em însan nîn in û em dê diya we .....in Em dê we bikin însan..."
Di wê demê de tiştekî bala min kişand, gava wî ji min re got, "em dê we bikin mirov" êdî min berjêrkirineke cûda di giyanê xwe de hîs kir, ji wê lezê û şûnde ne ku ew min berjêr dike, ew me berjêr dikir.
Me...
Belê, em kî bûn?
Ji wê lezê şunde êdî çi çepgirî, çi elewîtî û çi jî taybetiyeke din ya min û malbata min nehatin bîra min. Min fêmkir yekser, yan jî wî serbazî bi min da fêmkirin, wan Kurdayetiya min berjêr dikirin û pirsgirêkên wan bi Kurdbûna me re bû...
Min xwe girt û ev car giriyên xwe bêdeng kirin. Min nedixwest dengê giriyên min bilind be, lê dîsa jî digriyam. Jiber ku dest û mil û hemî laşê min janeke bê hesab dikirin.
Serbazî dûbare kir:
"Lawo li hevalê xwe bixe!"
"Ez li hevalê xwe naxim. Lê eger dixwezî ez dikarim wî xiyarê di devê wî de derxînim."
Jiberku hevalê min mîna ku dixeniqiya, jixwe gelek zeyîf bû û bi lêdanê ve ji hal de ketibû û li erdê dirêjkirî mabû, nedikarî nefesê bigre. Min jî xwe bi xwe got, eger wê xiyarê ji devê wî derxînim, belkî baştir be.
Gava min ev yek got, bi peyînavan ketin ser min û wan ez li ser girtiyê li erdê dirêjkirim.
"Hûn dê pêkve bixwin" got serbazî.
Dîsa cara yekemîn şikenceyeke wan min bi daxwez anî cîh. Min devê xwe bir xiyarê ku ji devê hevalê xwe derxînim, lê xiyar pir mezin bû, bi devê min de jî bi cîh nebû. Evcar nîvê xiyarê di devê min de û nivê din jî di devê hevalî de, em wisa mane, xwîn û hêsîr û girêzên devên me tevlîhev dibû, yek jî xûşe xûşe dengê nefesên me yê astengkirî. Gardiyanên leşkerî serê min û sere wî hevalê para girtin û zorê dan. Mîna ku devê me diqelişî û êdî min got ez dimrim. Di wê rewşa hanê de me di navbera hêsrên bi xwîn yên çavên me de, min û hevalê min li hevdû mêze dikirin, mîna ku me ji hev xatir dixwestin.
Çi bû min nezanî, me fêm nekir, em berdan û xiyar ji devê me derket. Em herdu jî di nav xwîn, hêsîr û girêzan de êdî nedihatin naskirin. Wisa di erdê man û li ber serê me bi dehan leşkerên hefsê bi ken û qêrîn dilşadi-yeke bê hesab dijiyan...
Ez û heval nêzîkî hev bûn, laşê me li gel hev, me nekarî ku hevdu hembêz bikin û êşên ku giyan û rûmeta birîndarkirî parve bikin, me nedikarî hevdu hembêz bikin, lê min nihêrîneke germ li wî mêzekir. Min di nav wê rewşa hincirandî, parçe parçebûyî de dilşadiyeke ecêb ya veşartî hîskir û min xwest bo hevalê xwe jî diyar bikim. Lê hewce nebû diyar bikim, hevalê min girnîjînek kir, min jî ew bersivand. Ev rewşa hanê sedî sedî bi îlegaliyeke herî mezin de çêbû, bes çavên me bi hevûdu re qise kirin.
Ez dilşad bûm, jiber ku min gotina serbazî bi cîh neanîbû û li hevalê xwe nexistibû.
Êdî nizanim, belkî ew komînîkasyona ku di navbeyna mexdûrên şikencê de di heman demê de di navbeyna zalim û mazlûm de jî xwe dida diyarkirin, min wisa fêm kir ku wî serbazî dilşadiya min she kir û nizanim çima, bi halekî ketî, emir da leşkerên xwe:
"Berdin, bes e, van bavêjin hûcreya sêyemîn ya li jêr..."
Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
Dûmahîk heye...



Dewrêşê Evdî...


